Li Edeneyê 2 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê' hatin girtin
Li Edeneyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji 7 kesên hatin destgîrkirin 2 kes hatin girtin.
Li Edeneyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji 7 kesên hatin destgîrkirin 2 kes hatin girtin.
Li Edeneyê ji 7 kesên di 30'ê Cotmehê di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin 5 ji wan hatin berdan, lê belê E.D. û Ş.B. sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin.
Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" E.D. û Ş.B. sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar hatin kirin.
E.D. û Ş.B. bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê.