Bêhêvîtiya Tirkiye ya ji Iraqê li pey xwe teqîn anî

Heyeta ku bi pêşengtiya Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ya di nava hefteyê de ya ji bo Iraqê gelek daxwaz ji rayedarên Iraqê kiribû. Li gorî agahiyan heyeta Tirkiye bê hêvî ji Iraqê vegeriyaye.

Di 19’ê Çileyê de heyetek Tirk bi pêşengtiya Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar serdana Iraqê kir. Hate ragihandin ku heyeta Tirk daxwaz ji rayedarên Iraqê kir ku rêgiriyê li operasyonên leşkerî yên Tirk a li ser xaka Iraqê nekin. Lê li gorî agahiyan rayedarên Iraqê ev daxwaza heyeta Tirk qebûl nekiriye.

Piştî vê bêvîbûna heyeta Tirk a vegerayî Enqerê îro li paytexta Bexda li taxa Babilxercî ya qada Teyaran a paytexta Iraq Bexdayê du teqîn pêk hatin. Di van teqînan de ku bi şêwazê xwekujî pêk hatiye de 28 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn.

Rojnamevanekî naskirî yê Iraqî Ûmêd Mehmed ‘Piştperdeya teqîna Bexda’ nivîsek belav kir û têde tîne ziman ku teqîna li Bexda têkilî bi nerazîbûnê rayedarên Iraqê ya ji bo daxwazên heyeta Tirk ve heye.

Rojnamevan Mehmed got: “Hevdîtinên heyeta Tirk û Wezîrê Parasatinê yê Tirk Hûlûsî Akar a li Bexdayê li gor dixwest bi dile nebû.”

Her wiha Mehemed wiha domand: “Di hefteya borî de Iraqê li dadgeha Parîsê têkildarî firotina neftê ya Tirkiye bêyê Iraqê gilî kiriye, daxwaza 26 milyar dolar dike. Ev dosya li bendê ye ku meha 3 bi encam bibe.”

Li aliyê din rojnamevan Ûmêd Mehemd bal kişand ku Tirkiye li Iraqê ji bo komên çete bikarin bi awayekî rehet tevger jî bikin, derfet daye avakirin.

Li aliyê din dema heyeta Tirk li Iraqê bû komên çete yên Tirkmen ku demek dirêj e ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin li Kerkûk, Tuzxurmatû ketibûn nava liv û tevgerê.