Avêtin ser avahiyên HDP’ê ya Stenbolê

Polîsên Tirk avêtin ser avahiyên HDP’ê ya Stenbolê ku ji bo balê bikişîn ser berxwedana zindanan pankartek daliqandibûn.

Li hin avahiyên rêxistinên navçeyên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan pankartan daliqandin. Polîsan bi hinceta pankartên bi nivîsa “Deng bide grevên birçîbûnê” yên li rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Bagcilar, Umraniye, Sancaktepe, Esenyûrt, Beylîkduzu, Sûltangazî, Beyoglû, Kagithane, Gazîosmanpaşa, Esenler, Uskudar, Kartal, Maltepe, Gungoren û Şîşliyê avêtin ser avêhiyên HDP’ê. 

Serdegirtin bi fermana dozgeriyê pêk hat û polîsan dest danî ser pankartên bi nivîsa “Deng bide grevên birçîbûnê” û “Bila tecrîd were rakirin, bila binpêkirinên mafan werin bidawîkirin, girtiyên nexweş werin berdan, lêgerîna tazî bi dawî bibe, bila daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de werin qebûlkirin.” 

Her wiha polîsan di serdegirtinê de dest danî ser broşurên têkildarî daxuyaniya wê sibê li navçeya Kadikoyê were lidarxistin jî.  

Hat zanîn ku di serdegirtinan de polîsan hin hevserokên navçeyan destgîr kiriye û ji bo îfadeyên wan bigirin birine miduriyetên polîsan ên navçeyan.