Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji penaberên Kurd ên li Yewnanistanê re şand

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku wan alikarî dane Kurdistaniyên ku li kampa penaberan ya Lavrîon a li Atînayê û bal kişand ser vî tiştî ku ew ê alîkariya wan a ji bo penaberên li Yewnanistanê bidome.

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku wan 10 hezar eûro alîkarî şandine penaberên Kurd ên ku li Kampa Lavrîonê ya li nêzî Atînayê ne. Bi vê alîkariya ve xwarin, alavên paqijiyê û her wiha ji bo tamîrkirina xaniyan alavên înşaatê hate stendin.

Di salên dawîn de ji ber zilm û zordariya dewletên dagirker gelek Kurdistanî neçar man ku bibin penaber. Penaberên ji Kurdistanê ji bo ku derbasî welatên rojavayê Ewrûpayê bibin berê derbasî Yewnanistanê bûne û a niha li wir asê mane. Penaberên ji Kurdistanê di bin şert û mercên dijwar de li kampan dijîn.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku wê alîkariya wan a ji bo penaberên Kurd ên li Yewnanistanê bidome.