Beriya çalakiya ji bo greva birçîbûnê polîsan dora avahiyê girt

Beriya çalakiya ji bo balkişandina greva birçîbûnê ya ku ew ê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li dar bixista, polîsan dora avahiyê girt û gef xwar

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo balkişandina greva birçîbûnê ya ku girtiyan ji bo bidawîkirina şertên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan protesto bikin, xwest daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bide. Wê çalakî li pêşiya avahiya HDP’ê ya Kadikoyê bihata lidarxistin, ji xeynî hevserokên bajar û navçeyan ên HDP’ê parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Mûsa Pîroglû jî di nav de endamên Meclîsa Partiyê ya HDP’ê, Meclîsa Jinan a Bajêr a HDP’ê, endamên TJA û MATÛHAY-DER’ê jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

POLÎSAN ÇALAKGER ASTENG KIR Û GEF LI GEL XWAR

Beriya çalakiyê polîsan avahiya ku wê çalakî lê bihata lidarxistin, dorpêç kir. Rêya Halîtaga a ku avahiya navçeyê lê ye di serî de polîsan bi TOMA û wesayîtên destgîrkirinê hemû rêyên diçin avahiya çalakiyê dorpêç kir. Rojnamegerên çû avahiyê jî di nav de polîsan li GBT’ya hemû kesan nihêrî.

Polîsan bi rêveberên HDP’ê re hevdîtin kirin û diyar kirin ku tu biryareke qedexeyê ya walîtiyê tune lê dîsa jî gef xwarin ku wê vê çalakiyê asteng bikin. Polîsan dema daxuyanî dan jî gef li girseyê xwar ku wê êrîş bike. Polîsan piştre deriyê avahiyê girt.

Gel vê dorpêçkirina polîsan bi çepik, tilîlî û sloganan protesto dike.