Li Îzmîr û Alanyayê çar kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Îzmîr û Alanyayê avêtin ser malan û 4 kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Îzmîr û Alanyayê avêtin ser malan û 4 kes destgîr kirin.
Bi hinceta parvekirinên li ser medya dîjîtal, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê de polîsên Tirk avêtin ser malan.
Di serdegirtinên herdu bajaran de Abdulhakîm Aktaş, Hasan Perîoglû, Berrak û Cemal Dalgiç hatin destgîrkirin.
Her 4 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Alanyayê.