Tirkiyeyê agahiyên malî neda Elmanyayê

Elmanyayê dixwest ku Tirkiye agahiyên malî yên hemwelatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê dijîn ji Enqereyê werbigirta. Derket holê ku ev agahî ji Wezareta Bacê ya Elmanyayê re nehatiye şandin.

Ji bo pêşîlêgirtina qaçaxtiya bacê Peymana Transfera Agahiyên Otomatîk (AJA) di sala 2017’an de di navbera welatên OECD’ê de hatibû îmzekirin. Li gorî vê peymanê hesabên bankayê û mal û milkên mirovan ji van welatan re dihate vekirin. Heta niha 110 welatan îmze dane vê peymanê.

Tirkiyeyê di Mijdara 2017’an de ev peyman îmze kiribû lê rejîma Erdogan ji bo pêkanîna peymanê giran tevgeriya. Elmanya jî li benda van agahiyan bû. Ji ber ku li Elmanyayê nêzî 3 milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê hene. Daîreya Bacê ya Federal a Elmanyayê di 31’ê Kanûna 2020’an de diyar kiribû ku ev agahî ji wan re nehatiye şandin. Wezareta Malî ya Federal jî li ser malpera nûçeyan a borsayê ‘boerse-online’ de ev agahî piştrast kir û diyar kir ku li ser vê meseleyê nîqaşên di navbera Tirkiye û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê didome.

Heke ev pergal têkeve meriyetê, daîreyeke bacê ya Elmanyayê wê karibe li hesabê bankê yê hemwelatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê dijîn bibîne. Hemwelatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê alîkariya ji bo bêkarî û civakî werdigirtin, li Tirkiyeyê ji xwe re mal û milk dikirîn û ev mal û milk ranedigihandin daîreyên bacê yên Elmanyayê.