Hejmara qurbaniyên li Bexdayê gihîşt 30 kesî
Hejmara mirovên ku li navenda paytexta Iraq Bexdayê di êrişên xwekujiyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt nêzî 30 kesî.
Hejmara mirovên ku li navenda paytexta Iraq Bexdayê di êrişên xwekujiyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt nêzî 30 kesî.
Êrişkarê destpêkê yê bombe li xwe pêçandibû, di nava firoşkarên bazara li qada Tayaran bombeyên li ser xwe teqand.
Dema ku mirovên li hawirdorê bi hawara mirovên birîndar ve beziyan, êrişkarê duyemîn bombeyên li ser xwe teqand.
Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Hundir, bîlançoya dawî ew e ku herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, 73 kes jî birîndar bûne.
Nexweşxane tijî bûne. Wezareta Tenduristiyê xebatkarên tenduristiyê di asta herî bilind de xiste nava alarmê.
Heta niha kesî berpirsyariya êrişê negirtine ser xwe. Lê belê êrişên bi vî rengî berê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dihatin kirin.
Her wiha li heman qadê beriya sê salan êrişeke bi heman şêweyî pêk hatibû, 31 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Bexdayê herî dawî di Hezîrana 2019'an de êrişên bi vî rengî giran hatibûn kirin.