Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 18’an didome

Li wargeha penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê îro bi dewrgirtina koma 18'an didome.

Îro li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakvanên koma 18’an grêva birçîbûnê dewr girt. Merasîma dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 17’an çalakvanê bi navê Nûredîn Kaya axivî. Di destpêka axaftina xwe de xêrhatina gel kir û li ser armanca çalakiyê wiha nirxand: “Dijmin dixwaze fikrê Rêber Apo di nava çar diwaran de bifetisîne. Ji ber vê ye ku tecrîdek ev qasî tê girankirin. Em bi vê çalakiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dikin û di heman demê de ji bo piştgirî dayîna girtiyên zindanan em li vê derê têkoşîn dimeşînin. Em gelê wargehê bang li tevahî gelê Kurd dikin, bila êdî rabin ser lingan, dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

Merasîm piştî xwendina navê çalakvanên koma 18’an, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Her wiha çalakvana ciwan ya bi navê Herekol Îlhan jî li ser girîngiya çalakiyê wiha got: “Em hemû li ser yek xetê dimeşin. Armanca me bi awayek fîzîkî bi Rêber Apo re di Kurdistana azad de bijîn. Daxwaza min ewe ku tevahî ciwanên li her çar deverên Kurdistanê rabin li ser lingan. Weke Rêbertî jî dibêje, "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbixin" li ser vî bingehî ez bang li tevahî ciwanên Kurd dikim êdî rabin li ser lingan û bi hemû rêbazan vê tecrîdê bişkînin. Edî dem dema azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ye.”