'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -3

Artêşa ku wê modela Rajafakse li qadê bi cih bianiya, plansaziyek li gorî vê modelê amade kir. Navê wê jî plana çalakiyê ya 'Binaxkirin-Paqijkirin' bû. Bajar, gund û wargeh hemû di çarçoveya vê plansaziyê de hatin dorpêçkirin, bombekirin û valakirin.

Piştî ku Karûna Amman jê veqetiya, LTTE derbeke giran xwar. Piştî çend salan wê bibûya parçeyek girîng ji konsepta 'Binaxkirin-Jêbirin' a Karûna ku hêza paramîlîter a Srî Lankayê bû.

Fermandarê herêma rojhilat ê LTTE'yê û endamê heyeta danûstandian Karûna Amman di Adara 2004'an de ji LTTE'yê veqetiya. Karûna ji bo vê qutbûnê li gorî xwe hin hincet pêşkêş kir. Digot ku di nava LTTE'yê de li herêma rojhilat neheqî tê kirin, ew bi xwe nikare vê qebûl bike. Armanca xwe ji van hincetan ew bû ku herêma rojhilat li pey xwe bihêle. Halbûkî ev yek perdeyek ji bo nixumandina xiyanetê bû. Cudahiya nêrîna Karûna bi LTTE'yê re digihêje danûstandinên Osloyê yên sala 2002'an. Di dema danûstandinan de ji bo ji tevgerê qut bibe kete xefika hin hêzan yan jî pêvajoya qutbûna wî hîn zûdeyî bû. Ev yek weke rewşeke xumamî ma.

Di sala 2004'an de bi xiyaneta Karûna re LTTE bû du parçe. Li gorî Karûna, lîderiya LTTE'yê ji pêvajoya aştî û danûstandinan gelekî razî bû û alîgirê dewamkirina pêvajoyê bû. Ev qutbûna ku sala 2002'an bi nîqaşa navxweyî rû da di sala 2004'an de veguherî qutbûnê. Lîderiya LTTE'yê belavokek belav kir û Karûna weke xayin îlan kir. Karûna jî îdîayên li dijî xwe red kir û lîderiya LTTE'yê sûcdar kir.

Piştî ku Karûna jê cihê bû LTTE'yê derbeke giran xwar. Ji herêmên bakur û rojhilat ên Srî Lankayê ku weke welatê Tamîlan tê naskirin, aliyê rojhilat winda kir. Bakur û rojhilatê welêt di pratîkê de demeke dirêj di bin kontrola LTTE'yê de bû. Karên îdarî, ewleklarî, perwerde, hiqûq û hwd. li vê derê ji aliyê avaniya herêmê ve dihatin meşandin. Ji aliyekî ve mirov dikarîbû weke dewleteke defacto pênase bikira. Li bakur û rojhilat dewleta Tamîlê û li başûr rojava jî dewleta Sînhalê ya fermî rastiya Srî Lankayê bû. Ev rewş wê fermî bibûya yan jî Sîhhalî wê hiqûq û îdareiya xwe li ser tevahiya giravê serdest bikira?

Karûna 3 hezar milîtanên bi xwe ve girêdayî jî bi xwe re bir. Li herêma rojhilat destûr nedida lîderiya LTTE'yê, qadên heyî yên ketibûn bin bandora LTTE'yê jî ji holê radikir. Hikumeta Srî Lankayê ji vê yekê kêfxweş bû û ji nêz ve dişopand. Dihate texmînkirin ku hin derdoran hin soz û temînat dane Karûna. Hikumet, DYE û îstîxbarata Hindistanê ji gumanbarên herî xurt bûn.

KARÛNA BÛ HÊZA PARAMÎLÎTER A SRÎ LANKAYÊ

Bi qutbûna Karûna re LTTE heta astekê lawaz bû û serweriya xwe tenê li aliyê bakur ma. Lewma hesabê wê yekê dihate kirin ku ji aliyê leşkerî ve hîn bi hêsanî dikarin bi ser LTTE'yê ve biçin. Karûna îdîa dikir ku ji ber berjewendiyên Tamîlê diparast ji LTTE'yê cuda bû, lê belê maskeya li rûyê wî di demeke kurt de kete xwarê. Bi artêşa Srî Lankayê re hevkarî kir û rêbazên kontrgerîla li dijî endam û sempatîzanên berê yên rêxistinê bi rengekî bêrehm bi kar anî. Êdî çek û çavdêrê xwediyên xwe bû. Xiyaneta wî tenê li aliyê leşkerî nema. Bi avaniyên Tamîlê yên xwe dispêrin dewletê re têkilî danî û partî ava kir.

Avanî û rêxistinên Tamîlê yên xiyanetkar ên bi dewletê re tevdigeriyan bi hev re wiha digotin; "LTTE nabe ku Tamîlan temsîl bike. Eger tê xwestin ku pirsgirêka Tamîlê bê çareserkirin divê teqez LTTE bê lawazkirin, pêşî li rêxistinên din ên Tamîlê bê vekirin." Ji bo îradeya Tamîlê bi temamî bihata tunekirin diviyabû destpêkê ya herî xurt bihata tasfiyekirin, ji bo vê jî pêwîstî pê hebûya di bin kontrola dewletê de alternatîfên 'makbûl' bihatina afirandin û di dawiya dawî de hemû li nava otorîteya heyî bihata bicihkirin. Di sala 2008'an de ku şer lê giran bû û warê Tamîlan hate şewitandin û valakirin partiya kûkla ya Karûna yê xayin kete parlamentê. Alîkarê Karûna weke serokwezîrê herêma rojhilat hate tayînkirin. Karûna jî êdî endamê hikumeta nû bû. Piştî ku LTTE di sala 2009'an de hate têkbirin Karûna daxuyaniyek da û têkilî û hevkariya bi artêşa Srî Lankayê re qebûl kir.

Eger em li sala 2004'an vegerin; ji bilî xisara ku xiyaneta Karûna da LTTEyê, her wiha Tsûnamiya ku di Kanûna heman salê de rû da zerareke mezin da LTTE'yê. Tsûnamî ya ji ber erdheja mezin a li okyanûsa Hîntê rû da li herêma Tamîlê xist, 2 hezar jê şervanên bijarte 3 hezar milîtanên LTTE'yê jiyana xwe ji dest dan. Sala 2005'an jî wê ji bo Srî Lankayê weke sala provokasyonên nû, rêveberiya nû û amadekariya şerê tunekirinê bihata qeydkirin.

DEMA RAJAPAKSE Û SÛÎQESTA KADIRGAMAN

Hikumeta Rajapakse ku sala 2005'an bû desthilatdar, hjikumeteke şer bû. Ji bo nêta xwe veguherîne şer tenê li benda dema guncaw bûn. Bi DYE'yê re têkiliya leşkerî, îstîxbaratî û lojîstîkî dewam dikir, bi Rûsya, Çîn, Pakistan û Hindistanê re jî ji bo heman armancê danûstandin dikir. Hikujmeta Rajapakse ya nû ji bo vê têkiliya xwe ya qirêj a bi cîhana rojavayî re binixumîne tim û tim gotinên li dijî dewletên rojavayî bi kar dianî. Di berdêla bendergehên pêşkêşî Çînê hatin kirin de piştgiriyeke mezin a madî wergirtibû. Ji bo armanca leşkerî, helîkopterên Rûs ji bo êrişên dawî yên tunekirinê amade kiribû. Hindistanê deriyên xwe bi temamî LTTE'yê girtibû, her wiha bi Srî Lankayê re îstîxbarat parve dikir.

Rajapakse ku girêdana xwe ya bi peymana bi hevkarên xwe yên nasyonalîst û olperest JVP û JHU re dianî ziman; diyar dikir ku li ser gotinên redkirina mafê diyarkirina çarenûsa xwe û welatê Tamîlan dikare pêvajoyeke aştiyê dest pê bike. Di 13'ê Tebaxa 2005'an de bûyereke krîtîk rû da. Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Rajapakse yê bi eslê xwe Tamîlî Kadirgaman di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest da. Kadirgaman li qada navneteweyî ew kes bû ku ji bo reşkirin û tenêhiştina LTTE'yê herî zêde dixebitî. LTTE'yê îdîayên têkildarî pêwendiya wan bi vê çalakiyê red kir. Hemû nîşaneyan radixist pêş çavan ku ev sûîqest ji aliyê hêzên tarî ve ahtiye kirin. Bala her kesî jî li ser Karûna Amman bû ku ji LTTE'yê qut bûbû û bi dewletê re kar dikir. Kadirmagan ku li gel hêzên zilm li gelê wî dikir cih digirt û ji bo vê zilmê mafdar nîşan bide heta jê dihat kar dikir, ji aliyê hêzên ku bi wan re dixebitî ve ji bo rewakirina êrişên nû yên li ser Tamîlan ji holê hatibû rakirin.

Di vê navberê de Yekîtiya Ewropayê sala 2006'an LTTE xiste nava lîsteya 'rêxistinên terorîst'. Di demekê de ku hevdîtinên aştiyê dewam dikir, avêtina gaveke bi vî rengî wateya xwe eşkere bû. Telîmiyet li LTTE'yê dihate ferzkirin. Jê re dihate nîşandan ku eger vê qebûl neke wê LTTE'yê biavêjin ber hikumeta Srî Lankayê û ji her cûre kiryarên pêk werin çavên xwe bigirin. Ji xwe slerokdewlet Rajapakse li gorî şer, artêşa xwe amade dikir. Generalên ku li dijî LTTE'yê salên dûr û dirêj şer kirin, ji bo wezîfeyên krîtîk hatin wezîfedarkirin.

NAVÊ KONSEPTÊ: BINAXKIRIN-JÊBIRIN

Ji bo êrişeke topyekûn piştgiriya raya giştî girîng bû. Medyayê di vê mijarê de roleke girîng lîst. Propagandayeke bi vî rengî ya reşkirinê dihate kirin; LTTE rêxistineke hov e ku xwe nade ber aştiyê, ji aliyê dinyayê hemûyî ve weke rêxistineke terorîst tê qebûlkirin, bakurê welêt dagir kiriye û bi sed hezaran sivîlên Tamîlî dÎl lgirtiye. Ev gelê sivîl divê ji zordariya LTTE'yê bê rizgarkirin. Wê demê herî zêde ev gotin dihate bihîstin, 'Têkoşîna me ne li dijî gelê Tamîlê ye, li dijî rêxistina terorê LTTE'yê ye'.

Rejîma Rajapakse ji DYE'yê piştgiriya leşkerî, îstîxbarat, peykê û perwerdeyê, ji Yekîtiya Ewropayê û Hindistanê piştgiriya polîtîk û ji Rûsya, Çîn û Pakistanê jî alîkariya leşkerî û malî wergirtibû. Di nava atmosfereke wiha de serokdewlet Rajapakse bi van gotinan ji raya giştî re ragihand ku operasyonê dest pê kiriye: "Yekîneyên me ji bo rizgarkirina bi sed hezaran sivîlên ji aliyê terorîstan ve dîl hatine girtin dest bi operasyonên alîkariya însanî kirine." Destpêkê bi bombardûmaneke giran xwestin ku gelê sivîl herêmê vala bike. Bi vî rengî piştî ku pêwendiya gel û LTTE'yê ji hev qut bû, wê îmhakirina bi rengê leşkerî bi temamî biketibûya dewrê. Ji bo vê jî planek berfirehek berê hatibû amadekirin. Sernavên sereke yên vê konseptê wiha ne ku weke modela Rajapakse hate pejirandin:

1- Wê îradeyeke xurt a polîtîk hebe û tawîzeke biçûk jî neyê dayin. Wê bê diyarkirin ku armanca bingehîn tunekirina LTTE'yê ye, ji bo vê jî wê kuştinan bidin ber çavên xwe û zexta hundir û derve ji nedîtî ve bên.

2- Ti ji formulên ji bo vegera li danûtsandinên bi LTTE'yê re wê cidî neyên dîtin, pêşniyarên çareseriya polîtîk wê bi rengekî eşkere mutleq bên redkirin.

3- Bi LTTE'yê re wê ti têkilî neyê danîn. Wê erkeke bêsînor ji artêşê re bê dayin- windahiya sivîlan wê bê qebûlkirin.

4- Medya wê bi temamî bê kontrolkirin. Encamên operasyonê, rêveçûna wê û hejmara kuştiyan jî bêyî ku ji aliyê hikumetê ve bên kontrolkirin û pejirandin wê neyên weşandin.

5- Di dema operasyonên leşkerî de bi her awayî krîza mirovî rû bide jî wê ji bo demekê jî be agirbest neyê ragihandin.

6- Wê erka bêsînor ji leşkeran re vê dayin, soz ji wan re bê dayin ku ji ber sûcekî gengaz ê şer wê neyê darizandin.

7- Fermanên leşkerî wê teqez bi cih bên anîn, ji bo vê jî personelên leşkerî bên wezîfedarkirin.

8- Ji bo lêçûnên leşkerî wê budçe bê amadekirin, hejmara leşkeran wê bê zêdekirin. Bi sererastkirina bi vî rengî re lêçûnên leşkerî bû ji sedî 40 ê budçeyê û hejmara leşkeran jî ji 70 hezarî gihîşt 180 hezarî.

Du meh beriya destpêkirina operasyonê, leşkerên teqawîtbûyî yên li herêmê wezîfe dikir, bang li wan hate kirin ku ya bi dilxwazî ya jî bi berdêla senetê bên wezîfeyê. Fermandarê ku operasyonê bi rê ve bibe jî efserek bû ku teqawît bûbû û ji bo jinûve wezîfeyê bike unîforma li xwe kiribû. 

Hikumetê bi rêya fermannameyên veşartî dixwest xelekên din ê planê temam bike. Di vê çarçoveyê de bang li doktorên li herêmê hemûyan hate kirin ku bên ser wezîfeyê, nexweşxane hemû bên amadekirin, personelên li derveyî şer ên li herêma operasyonê ber bi herêmên ewle ve bên vekişandin, derfet ji sivîlan re bên dayin ku herêmê biterikînin.

Artêşa ku wê modela Rajafakse li qadê bi cih bianiya, plansaziyek li gorî vê modelê amade kir. Navê wê jî plana çalakiyê ya 'Binaxkirin-Paqijkirin' bû. Bajar, gund û wargeh hemû di çarçoveya vê plansaziyê de hatin dorpêçkirin, bombekirin û valakirin. Şerê bi salan ê di asta nizm de bû,vediguherî şerekî topyekûn.

29'Ê GULANA 2009'AN

Ji Cotmeha 2006'an heta destpêka sala 2007'an Tamîlan gelek herêmên di kontrola xwe de winda kirin. Di rojên destpêkê yên sala 2008'an de dewleta Srî Lankayê bi rengekî fermî ji navbeynkar Norwêcê re ragihand ku agirbest qedandine. Piştre jî artêşê berê xwe da herêmê. Ji xwe ji ber ku serweriyeke girîng a Karûna yê xayin jî li herêmê hebû, bidestxistina vê derê û dorpêçkirina LTTE'yê demeke dirêj dewam nekir. Artêşê bêyî ku guh bide pîvaneke exlaqî şerê topyekûn meşand û ji bo dengên dijber ên gengaz asteng bike Rajafaksa jî tim û tim ji raya giştî re diaxivî. Mijara ku herî zêde dianî ziman ew bû ku îdîa dikir, 'şerê tê kirin şerê navbera Sînhal û Tamîlê nîne, şerê navbera welatparêzan û xayinan e'. Mirovên ku ji vê yekê tiştekî cuda digot yekser bi 'xayintiyê' dihate sûcdarkirin.

Di vê navberê de LTTE'yê roj bi roj qad û hêz winda dikir. Di dawiya şer de piştî ku hejmara sivîlên dihatin kuştin zêde bû, DYE, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ji ber mirina sivîlan hişyarî dan rêveberiya Srî Lankayê. Mîna rondikên derewîn bûn. Di 19'ê Gulana 2009'an de Rajapakse ji tevahiya cîhanê re ragihand ku şer qedandiye û LTTE têk çûye. Li vê erdnîgariya dûr a Asyayê bîlanço giran bû; bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dabûn, bi sed hezaran ji cih û warê xwe bûbûn, cih û warê mirovan hatibûn şewitandin, bêdawî êşkence li mirovan dihate kirin, sûcên destavêtin û kuştinê bê dawî bûn.

Bi hewldana hin dewletan ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku bûyerên li Srî Lankayê qewimîne bixe rojeva xwe. Lê belê Çîn, Vîetnam, Japonya û Rûsyayê gotin 'Bûyerên qewimîne pirsgirêka navxweyî ya Srî Lankayê ye' û li ber vê daxwazê rabûn. DYE ku qaşo ji bûyerên qewimîn aciz bû û patronê hêzên rojavayî yên mezin IMF, di Tîrmeha 2009'an de yanî du meh piştî komkujiyan bi 2.5 milyar dolarî alîkariya Stand-By da rêveberiya Srî Lankayê.

RÊBAZÊN KU NE KÊMÎ YÊN DEWLETA TIRK IN...

Lîderê LTTE'yê Probhakaran jî di nav de hemû fermandar û milîtanên ku dikarîbûn bi saxî jî bihatina zevtkirin, hatin qetilkirin. Jin û zarokên bi saxî hatin girtin jî di nav de. Tevî ku bi dîmenan eşkere bû ku kurê 12 salî yê Probhakaran bi saxî hate girtin, bi fîşekan hate kuştin. Her wiha stranbêja jin a ku pêşkêşiya nûçeyan ji Tamîl Newsê re dikir, yek ji wan kesên bi saxî hatibû girtin. Tevî ku bi dîmenan ev yek hate piştrastkirin, dest avêtin jin a pêşkêşvan, ew kuştin û dîmenên wê yên tazîkirî weşandin. Ev hemû tenê çend ji wan sûcên şer ên Srî Lankayê bûn.

Neteweperestên Sînhalê piştî axaftina serketinê ya Rajapakse daketin kolanan. Ev pêvajoya qirêj bi kêfxweşiyeke mezin pîroz kirin, ku tenê di nava mehekê de bi deh hezaran kes hatin kuştin, êşkence û destavêtin li mirovan hate kirin, hatin înfazkirin. Ne tenê pîroz kirin, her wiha alên xwe bi malên Tamîliyan ve kirin û zor dan wan ku ew jî pîroz bikin. Qîma xwe bi vê jî neanîn, li herêmên ku berê goristana LTTE'yê lê bû hewl dan avahiyên qereqolan lê bikin.

Lê belê tevî ku sal di ser re derbas bûne, hîn jî tirs di dilê rejîmê de ye. 'Teror' qediya ye, lê demokrasî hîn nehatiye welêt. Srî Lanka ji aliyê azadiya fikir û çapemeniyê ve di nava welatên cîhanê de li rêzên herî dawî ye. Welat hîn bêhtir bi derve ve hatiye girêdan û pirsgirêkên ku bûn sedema destpêkirina têkoşîna çekdarî hîn jî weke xwe maye. Li gel vê rewşê jî ji rêveberiya Srî Lankayê heye ku pirsgirêka Tamîlê çareser kiriye.

Sibe:
- Pêvajoya 'Plana têkbirinê' ya dewleta Tirk çawa dest pê kir?
- AKP dema ku digot 'çareserî û aştî' amadekarî ji çi re dikir?
- Berxwedana Rojava û hevdîtinên Îmraliyê bandoreke çawa li planê kir?