Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir, êşkence lê hate kirin

Girtiyê bi navê Omer Levent li Girtîgeha Tîpa a Kurkçulerê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, gardiyanan êşkence lê kir.

Girtiyê bi nave Omer Levent ê di Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê de bû di 4’ê Çileyê de sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hate kirin. Levent di têketina girtîgehê de ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, gardiyanan êşkence li wî kirin.

Levent di hevdîtina bi telefonê de ev êşkence ragihand ji malbata xwe re û diyar kir ku lêgerîna tazî ya li dijî rûmeta mirovayetiyê li ser wî hatiye ferzkirin.

Levent got ku, “Dema min lêgerîna tazî qebûl nekir, heqaret û êşkence li min hate kirin. Piştre ez xistim qawîşa karantînayê. Niha jî di qawîşa normal de me.”