Berwarî bal kişand ser serdana Akar: Nîşaneya şer û êrişeke nû ye

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kir, serdana fermandarên şerê taybet ên Tirk Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, nîşaneya êrişeke nû ya li dijî PKK'ê û şer e.

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî, hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulûsî Akar û heyeta pê re ya li gel rayedarên Iraqê û piştre ya li gel raydarên Herêma Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand. 

Dr. Berwarî bal kişand ser hevdîtina li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê û got, rojên metirsîdar li pêşiya gelê Kurd e.

Dr. Berwarî anî ziman ku di vê qonaxê de ku rewşeke aloz li Rojhilata Navîn û bi taybet li ser gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd heye, rewşekî giran, aloz û metirsîdar e û got: “Li gorî çavdêriyên min dibe Tirkiye û Iraq li ser hinek xalên girîng di çarçoveya berjewendiyên hevbeş û hêlên stratejîk de piştî hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî li hev kiribin.

’20 ROJÊN LI PÊŞIYA ME DIBE ŞEREKÎ DIJWAR BIQEWIME’

Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser bûyerên piştî vê hevdîtinê biqewimin û ev nirxandin kir: “Li gorî pêşbîniyên min dibe 20 rojên dawî şerekî dijwar ji Garê bigire heta Metîna û digihêje Zaxoyê rû bide. Ji meha Hezîrana 2020’ê ve Tirkiye bi planekê hewl daye ku xaka Başûrê Kurdistanê, navîna Iraqê dagir bike. Hikûmeta Tirkiye û Iraqê bi hevkariya hinek partiyên desthilat ên Başûr bi hev re planek daniye ku van herêman kontrol bikin. Bi taybet dewleta Tirkiye hewl dide ku ji sînorê Başûrê Kurdistan ji Xabûr bigire heta Rebîa û Şengal jî di nav de û ji wir jî heta sînorê Ûrdunê bixe di destê xwe de.”

‘ARMANC TINEKIRINA HEMÛ KURDAN E’

Dr. Berwarî qala hatina Wezîrê Parastinê yê Tirkiye Hûlûsî Akar û heyeta pêre ya li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û got: “Aramanca wan a esasî û planên wan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.”

Dr. Berwarî armancên Dewleta Tirk jî wiha rêz kir:

-Lewazkirina tevgera azadiya gelê Kurd, şervan û pêşmergeyan.

-Di warê erdnîgarî de cudakirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

-Têkbirina Xweseriya Şengal û qirkirina civaka Êzidî, yek car tinekirina civaka Êzidî ji Iraq û Cîhanê. Dest danîna ser vîna civaka Êzidî.

-Lewazkirin û bê vînkirina hikûmeta Herêma Kurdistan piştî ku destanî ser hikûmetê û şûnde. Jinavbirina hemû destkeftiyên gelê Kurd heta hilbijartinên Iraqê lewazkirina hikûmeta herêmê. Bike ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve bi desthilata Hikûmeta Iraq û Tirkiyeyê.

-Pêşiya Îranê bigire ku nekare ti peywendiyek bi Iraq û Sûriyeyê re pêk bînbe.

-Avakirina herêmeke taybet ji bo Sineyên Iraqê, sînoran raste rast bi Ûrdûn û Tiriyeyê ve girê bide.”

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku divê ti aliyeke siyasî yê Kurd tevlî van pîlanan nebin, ji ber ku mîna hewldanek ya Referandûma û dîsa anîna çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an û got: “Ji bo wê ye ku divê hikûmeta herêma Kurdistanê divê ti bi awayî tevlî vê pîlanê nebe, li dijî tevgera azadiya Kurdistanê şer neke, êrîşî gerîla neke. Ji ber ku ev êrîş dibe sedemê jinavçûna destkeftiyên gelê Kurd.”

Dr. Berwarî herî dawî got: “Divê gelê Kurd li şûna çeperan li ber yek danin, divê yekîtî û yekrêziya li nava xwe bihêztir bike; bi yekîtiya netewî bersiva her cûre pîlan û êrîşên dewleta Tirk bide.”