ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, wê werin şopandin.

Parêzer Mûharrem Şahîn ku tevlî hevdîtinên parêzeran ên sala 2011'an bû, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd gotiye, tecrîd wê tenê li Îmraliyê nemîne.

Di destpêka salên 1970'î de piştî ku çeteyên sivîl li Srî Lankayê hatin bikaranîn, şerê li dijî gelê Tamîlê hîn bêhtir qirêj bû. Qîma xwe bi vê jî nînin, koçberiya bi darê zorê li ser Tamîliyan tê ferzkirin û demografî tê guhertin.

Gerîlayê HPG'ê Xwînreş Botan ku di temenê zarokatî de ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin, wiha got, "Zindanî pêşengiyê ji çalakiyên azadiyê re dikin. Bêguman ev têkoşîn divê her kesî bixe nava liv û tevgerê."

Lênûska navê Şilêr lêhatiye kirin yek ji wan lênûska gerîlayan e. Di lênûska gerîla ya bi navê Şilêr de, fikir û hestên bi dehan gerîla lê bûne mêvan.

Di 15'ê Sibatê de roja ku Rêberê Gelê Kurd radestî Tirkiyeyê hate kirin ji dayik bû. Dayika wî navê Ocalan lê kir, ji ber ku dixwest tolê ji wan hêzên ku Rêberê Gelê Kurd teslîm kirin hilîne.

DYE'yê ragihand ku li dijî Xeta Herka Bakur 2 a Rûsyayê, biryareke nû ya pêkanînan wergirtiye.

Drama bi hezaran koçberên ji Hondûrasê ber bi DYE'yê bi rê ketin dewam dike.