Serdana ji bo hevdîtina bi Abdulah Ocalan re hate redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên ku ji bo hevdîtinê serdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirîn, hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Nevroz Unsal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mezlûm Dînç ku ji bo bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin. Serlêdana ku di seatên sibehê de hatî kirin, bi hinceta qedexeya 6 mehî ya hevdîtinê hate redkirin.

Ji 23'ê Îlonê ve bi hinceta 'nexşeya rê' ya ku Ocalan di sala 2009'an de ji bo parêznameyê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû weke hincet hatibû nîşandan û ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re lê hatibû qedexekirin.