ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin wê were şopandin.

Hîndekar Hewjin Mele Emîn li ser kampanya 'Dem dema azadiyê ye' axivî û destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelên herêmê ye.

Gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser tevahiya gelê Kurd û gelên bindest in û gotin, "Dijmin wê nikaribe vîna azad tecrîd bike."

Artêşa ku wê modela Rajafakse li qadê bi cih bianiya, plansaziyek li gorî vê modelê amade kir. Navê wê jî plana çalakiyê ya 'Binaxkirin-Paqijkirin' bû. Bajar, gund û wargeh hemû di çarçoveya vê plansaziyê de hatin dorpêçkirin, bombekirin û valakirin.

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kir, serdana fermandarên şerê taybet ên Tirk Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, nîşaneya êrişeke nû ya li dijî PKK'ê û şer e.

Qata sîtê ya arkeolojîk a li Perûyê ku 5 hezar salî ye, ji ber lêkirina avahiyên ne qanûnî li ber tunebûnê ye.

Li herêma Tîgre ya Etiyopyaê ku hikumetê îdîa dikir ku serhildan bi rengekî tund tepisandiye, tê gotin ku êriş hîn jî dewam dikin.