Li dijî HDP'ê 3 jê bombeyî 112 êrîş hatin kirin

Ji roja destpêkirina pêvajoya hilbijartinên îro û vir ve HDP 112 caran li êrîşê rast hat. Li avahiyên HDP'ê yên Edene û Mersînê bombe hatin teqandin. Ya herî bi xwîn jî di 5'ê Hezîranê de di mîtînga li Amedê de rû da.

Ji roja destpêkirina pêvajoya hilbijartinên îro û vir ve HDP 112 caran li êrîşê rast hat. Li avahiyên HDP'ê yên Edene û Mersînê bombe hatin teqandin. Ya herî bi xwîn jî di 5'ê Hezîranê de di mîtînga li Amedê de rû da. Di encama teqîna du bombeyan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 jê giran 402 kes birîndar bûn. Li navçeya Çewlik Kanîreşê jî ajokarê mînîbusa hilbijartinê ya HDP'ê Hamdûllah Oge hat qetilkirin.

AMASYA: Di 24, 35 û 26'ê Nîsanê de alên HDP'ê yên li ber buroya hilbijartinê nîvê şevê hatin jêkirin. Tevî ku gilî hat kirin jî encamek jê derneket.

NÎGDE: Di meşa pêkhateyên HDP, HDK, rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan de, komek ji 10-15 kesan a nîjadperestên ji avahiya MHP'ê derketin bi sixêfan êrîş kirin. Di ser re polîsan bi bombeyên gazê êrîşî meşvanan kirin û 47 çalakger kirin binçavan.

BÎLECÎK: Di 30'ê Nîsanê de li hemberî avahiya HDP'ê ya bajêr êrış hat kirin û êrîşkaran zerar dan alên partiyê. Di 2'ê Nîsanê de li ser banga bi rêya înternetê komeek faşîst li ber avahiya HDP'ê civiyan û hewl da biavêje ser avahiyê. Polîsên ku dest li komê wernedan, alên HDP'ê daxistin û li ser vê yekê kom belav bû.

STENBOL/SEYRANTEPE: Di 24'ê Nîsanê de li taxa Kîreçbûrnû alên partiyê hatin daxistin, di 28'ê Nîsanê de standa li Reşîtpaşa rastî êrîşê hat, di 30'ê Nîsanê de alên partiyê yên li taxa Pinarê hatin daxistin.

STENBOL/USKUDAR: Di dema xebatên kongreyê yên li avahiya HDP'ê ya Uskudarê êrîş hat kirin. Di 2'ê Çileyê de xebatên rayedarên partiyê yên navçeyê hatin astengkirin, rayedarên partiyê rastî êrîşê hatin. Li taxên weke Unalan û Bûlgûrlûyê alên HDP'ê hatin jêkirin. Xebata jinên HDP'yî ya li smeta Kûzgûncûkê rastî êrîşa komeke rastgir a tund hat.

STENBOL/MALTEPE: Standa HDP'ê ya li Parka Kuçukyali Adnan Kahvecî di 7'ê Hezîranê de rastî êrîşa komeke nîjadperest hat.

STENBOL/BEYOGLÛ: Di 4'ê Nîsanê de li meydana Beyoglû/Çikalin, xebatkarên partiyê yên al dadiliqandin li êrîşa komeke nîjadperest a ji 10 kesan a bi ço û keviran rast hatin.

STENBOL/PENDÎK: Komeke nasname ne diyar di 25'ê Nîsanê de êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Taxa Esenyali kirin û zerar dan avahiyê. Di 24'ê Gulanê de êrîşkaran molofkokteyl avêtin buroya HDP'ê ya hilbijartinê ya li taxa Çamliçeşme.

STENBOL/KUÇUKÇEKMECE: Di 25'ê Nîsanê de buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li taxa Yeşîloava rastî êrîşa çekdarî hat û zerara madî li buroyê rû da.

STENBOL/BEYLÎKDUZU: Di 2'ê Nîsanê de alên li avahiya HDP'ê ya navçeyê daliqandî hatin qutkirin.

STENBOL/BUYUKÇEKMECE: Di 5'ê Gulanê de standa HDP'ê ya hilbijartinê rastî êrîşa komekê hat û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

STENBOL/KADIKOY: Di 4'ê Nîsanê de li hemberî buroya hilbijartinê ya li taxa Kozyatagi, di 10'ê Nîsanê de li hemberî heman buroyê, di 14'ê Nîsanê de dîsa li dijî vê buroya hilbijartinê êrîş hat kirin.

BALIKESÎR: Di 3'ê Gulanê de HDP'yiyên ji bo tevlî mîtîngê bibin bi otobusê hatin, rastî êrîşeke nîjadperst hatin.

ISPARTA: Di 5'ê Gulanê de endamên HDP'ê yên stîckerên partiyê dizeliqandin, rastî komeke nîjadperest a ji 25 kesan, rast hatin. Di 8'ê Gulanê de li hemberî buroya hilbijartinê bi keviran êrîş hat kirin.

OSMANIYE: Di 4'ê Gulanê de flama û alên HDP'ê yên li ser rêya pêşiya buroya hilbijartinê ya HDP'ê daliqandî, hatin şewitandin. Di 10'ê Gulanê de li navçeya Toprakkaleyê girseya gel a ji bo vekirina buroya hilbijartinê kom bû rastî êrîşa faşîstan a bi keviran hat.

ÇORÛM: Di 22'ê Gulanê de, di êrîşa li hemberî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de tevî Hevserokê Rêxistina Bajêr Alî Akkaya 5 kes birîndar bûn.

MÛDANYA: Di 3'ê Gulanê de li navçeya Mûdanyayê di dema merasîma vekirina avahiya partiyê de êrîş hat kirin.

TOKAT: Di 23'ê Nîsanê de bi keviran êrîş li hemberî wesayîta hilbijartinê ya hDP'ê hat kirin.

QERS: Li navçeya Akyaka di 23'ê Nîsanê de namzetên parlamenteriyê yên esnaf ziyaret dikirin li sixêfên faşîstan rast hatin. Di 3'ê Gulanê de li hemberî malên malbatên HDP'yî êrîşa bi keviran, di 25'ê Gulanê de li Qersê li dijî buroya HDP'ê ya hilbijartinê êrîşa bi keviran hat kirin.

ENQERE: Di şeva 18'ê Nîsanê de li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê êrîşa çekdarî hat kirin. Lêpirsîna bûyerê dewam dike. Kesek hatiye girtin. Li Keçîoren a Enqereyê li hemberî buroya HDP'ê, li Mamakê jî li dijî wesayîta hilbijartinê êrîşa fîzîkî hat kirin.

MÛGLA/MÎLAS: Di 24'ê Nîsanê de li navçeya Mîlasê buroya HDP'ê rastî êrîşê hat, camên wê hatin şikandin.

ERZÎNGAN: Walîtiya Erzîganê bi hinceta mîtînga Serokê Giştî yê AKP'ê Ahmet Davûtoglû ya rojek piştre, destûr neda mîtînga HDP'ê ya 24'ê Nîsanê.

YALOVA: Li navçeya Altinova, li dijî buroya hilbijartinê ya HDP'ê êrîşa çekdarî hat kirin.

MANÎSA/SOMA: di 27'ê Nîsanê de kesên nasname ne diyar avahiya HDP'ê ya Navçeyê şewitandin.

KONYA: Li Selçûklû alên HDP'ê hatin jêkirin, li Cîhanbeylî di 28'ê Nîsanê de kesên nasname ne diyar êrîşî avahiya HDP'ê kirin, li Seydîşehîr, Hevserokên navçeyê û endamên partiya me ji ber belavkirina belavokan hatin binçavkirin.

ELEZÎZ:  Di 28'ê Nîsanê de kesên nasname nediyar bi keviran êrîşî buroya hilbijartinê kirin û zerar dan avahiyê û wesayîtan.

ÛŞAK: Di 29'ê Nîsanê de standa hilbijartinê ya HDP'ê rastî êrîşa komeke nîjadperest hat.

TRABZON: Endamên HDP'ê yên xwestin tevlî çalakiya 1'ê Gulanê bibin rastî êrîşa nîjadperestan hatin.

WAN: Afîş û wêneyên HDP'ê yên li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê hatibûn daliqandin bi biryara Walîtiyê di 30'ê Nîsanê de hatin rakirin. Li navçeya Erdîşê HDP'yî di 5'ê Gulanê de rastî êrîşa polîsan hatin û welatiyê bi navê Necat Demîrtaş bi derbên bêtêla polîsan ji serê xwe birîndar bû.

KIRŞEHÎR: Di 2'ê Gulanê de kesên nasname nediyar bi keviran êrîşî avahiya HDP'ê ya bajêr kirin.

RÎZE: Di mehên Gulan û Nîsanê de gelek caran li navenda Rîze û navçeya Findikliyê, êrîş li xebatên HDP'ê yên hilbijartinê hatin kirin. 

ERZÎROM: Di 3'ê Gulanê de wesayîta HDP'ê ya hilbijartinê li êrîşa bi keviran rast hat. Ji ber êrîşê zerara madî rû da. Li navçeya Horasanê di 6'ê Gulanê de alên HDP'ê hatin qetandin. Xwendekarên Kurd li êrîşê rast hatin. Di ser re ekîbên polîsan 12 xwendekar kirin binçavan. Beriya mîtînga mezin a HDP'ê ya li Erzîromê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî beşdar dibû, komeke faşîst a ji 3-4 hezar kesî, li kêleka polîsan êrîşî girseya gel kir û mînîbusa HDP'ê ya hilbijartinê şewitand. Di êrîşê de tevî welatiyê di mînîbusê de şewitî bi dehan kes birîndar bûn.

SÊRT: Li navçeya Perwariyê bi hinceta 'wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye' polîsan avêtin ser buroyê û 6 kes kirin binçavan.

EDENE: Di 18'ê Gulanê de li hemberî avahiya HDP'ê ya bajêr êrîşa bombeyî hat kirin. Di encama teqîna bombeya di pakêteke kargo hat şandin de, yek jê giran 4 kes birîndar bûn.

MERSÎN: Di 18'ê Gulanê de li Mersînê li hemberî avahiya HDP'ê ya Bajêr êrîşeke bombeyî hat kirin. Bombeya li nava guldankê hatibû bicihkirin ji ber ku li şaneşînê teqiya, tiştek bi kesî nehat, lê xisara madî rû da.

ÇEWLIK: Di êvara 3'ê Hezîranê de, wesayîta hilbijartinê ya HDP'ê dema ji gundê Serpmekaya yê navçeya Kanîreşê dihat, li êrîşa çekên giran rast hat. Di êrîşê de ajokarê wesayîtê Hamdûllah Oge jiyana xwe ji dest da.

AMED: Di 5'ê Hezîranê de li mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê ya Amedê êrîşa bombeyî hat kirin. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 jê giran 402 kes birîndar bûn. Di êrîşê de Necatî Kûrûl ê 50 salî li cihê bûyerê, Şeymûs Kaçan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin duh serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Ramazan Yildiz ê ji ber teqînê ji cihekî bilind ket xwarê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên HDP'ê lê rastî êrîşan hatin ev in:

Aydin, Sêwas, Antalya, Zongûldak, Karaman, Eskîşehîr, Kayserî, Nevşehîr, Kirşehîr, Aksaray, Edene, Mersîn, Bolû, Edîrne, Dîlok, Kastamonû, Bartin, Kirikkale, Tokat, Çanakkale, Tekîrdag, Dêrsim, Karabuk, Meletî, Isparta, Îzmîr, Bûrdûr, Aydin, Kocaelî, Elezîz, Wan, Colemêrg, Samsûn, Êlih, Beldlîs, Tekîrdag, Mûş.