Nelirêtiyên li ser sindoqan

Hikûmeta AKP'ê a ku bi rojane hewl dide pêvajoya hilbijartinê provoke bike, serî li hîleyên hilbijartinê dide.

Hikûmeta AKP'ê a ku bi rojane hewl dide pêvajoya hilbijartinê provoke bike, serî li hîleyên hilbijartinê dide.

STENBOL: Li taxa Cûmhûriyet a Bahçelîevlerê elektrîk qut bûn. Dengdayîn dewam dike.

ENQERE: Li Dibistana Seretayî ya Sokûllû Mehmet Paşa ya Dîkmenê polîsekî hewl da 3 caran deng bikar bîne.

SAMSÛN: Li Dibistana Seretayî ya Şaredariya Samsûnê kesek bi pisûleya mor li ser navê AKP'ê bû, hat zevtkirin.

ERZÎROM: Çavdêrên HDP'ê li Erzîromê, kesek bi 10 pisûleyên morkirî zevt kirin. Der heqê wî de rapor hat nivîsandin.