Pisûlayên dengan ên ji bo hilbijêrên Stenbolê hatin çapkirin rê li ber tevliheviyê vekir. Ji ber ku amblemên namzetên serbixwe li bin amblemên partiyan hatine bicihkirin hat gotin ku hin hilbijêr dengên xwe şaş bi kar anîne.
Namzetên serbixwe yên Stenbolê li gorî bajarên din gelek zêde ne. Vê yekê jî rê li ber tevliheviyê vekir. Ji ber ku amblemên namzetên serbixwe li bin amblemên partiyan hatine bicihkirin hat gotin ku hin hilbijêr dengên xwe şaş bi kar anîne. Ji ber zêdebûna namzetên serbixwe yên bajêr Desteya Hilbijartinê ya Bilind amblemên namzedên serbixwe li bin amblemên partiyan bi cih kirin.
Hin hilbijêr ji rewşê ne haydar bûn morê li cihên vala yên li bin amblemên namzedên serbixwe xistin.
Hilbijêrên ku ferq kirin ku dengê xwe şaş bi kar anîne ji ber ku mafê wan ê pisûlayeke din bigirin nîn e li gor qaîdeyan dengê hilbijêrên ku dengê xwe şaş bi kar anîna ji namzetên serbixwe diçe.