Wezîfedaran nexwestin hilbijêrê HDP'yî yê astengdar deng bikar bîne

Li Îzmîrê wezîfedarên li ber sindoqê hewl dan ku hilbijêrekî çavê xwe nabîne, dengê xwe bikar neyne.

Li Îzmîrê wezîfedarên li ber sindoqê hewl dan ku hilbijêrekî çavê xwe nabîne, dengê xwe bikar neyne.

Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, kesekî HDP'yî yê çavê xwe anbîne bi malbata xwe re hat Dibistana Seretayî ya 80. Yil û xwest dengê xwe bikar bîne. Wezîfedarên li ber sindoqê gotin, "Em ê ji ku zanibin çavê te nabîne" û nehiştin yê li cem astengdar, deng bikar bîne.

Dûre parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Azad ketin navberê û diyar kirin ku ev nêzîkatiya wezîfedaran li dijî hiqûqê ye. Li ser dijderketina parêzern HDP'yiyê astengdar dengê xwe bikar anî.