BI DÎMEN

Li Frankfûrt çalakî: Amed ne bi tenê ye

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê ji êrîşê berpirsyar e û derbaskirina bendê wê bersiva herî baş be.

Li  bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê êrîşa bombayî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê ji êrîşê berpirsyar e û derbaskirina bendê wê bersiva herî baş be.

Meşa ji aliyê pêkhateyên HDP’ê yên Frankfûrt, Gîssen û Darmistad hat organîzekirin li ber Frankfûrt Haupbannhof destpê kir. Nêzî 2 hezar Kurdistanî û şoreşger-demokrat tevlî meşê bûn.

'EM LI MALBATÊN XWE BIGERIN’

Di meşê de dirûşmên, "Amed ne bi tenê ye", "Qatil Erdogan" hat gotin. Piştî meşê li Qada Romer mîtîng hat lidarxistin. Eyup Koçer ê li ser navê DKTM axivî got AKP’ê rûyê xwe yê qirêj careke din nîşanî Kurdan daye û besiva vê êrîşê re ev e ku her kes li xizmên xwe yên li welêt bigere û wan îqna bike ku dengên xwe bidin HDP’ê.

'HEWLDANÊN DAWÎ YÊN AKP’Ê NE'

Alî Ekber Pektaş ê li ser navê ABDEM’ê jî axivî got: “Em vê êrîşa nemerd a AKP’ê şermezar dikin. Wê AKP sibeha 8’ê Hezîranê tine bibe. Bersiva herî baş derbaskirina bendê ye.”

Di axaftina li ser navê ATÎK’ê jî ji êrîşê AKP berpirsyar hat dîtin û wiha hat gotin: “Ev hewldanên dawî yên AKP’ê ne.

Di mîtîngê de her wiha daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî êrîşê hat xwendin.