Li Stenbolê, hilbijêr eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinan didin. Ji namzetên HDP'ê yên Stenbolê Pervîn Bûldan got, "Piştî saet 21:00 ê vê êvarê, li Tirkiyeyê wê rojeke nû hilê. Biratiya gelan wê bi ser bikeve, bindest wê bi ser bikevin. Ez bawerim wê li Tirkiykeyê guherîn û veguherîneke mezin pêk were."
Bi 10 mîlyon 231 hilbijêrên xwe re Stenbol, bajarê sereke yê krîtîk e. Li Stenbolê hilbijêr li ser sindoqan e. Ji saet 08:00 dema destpêkirina dengdayînê û vir ve rêjeya beşdariya Stenboliyan li dengdayînê zêde ye.
NAMZETÊN PARLAMENTERIYÊ YÊN HDP'Ê DENGÊ XWE BIKAR ANÎN
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Herêma 3. Pervîn Bûldan, Garo Paylan, Ayşe Berktay, Beyza Ustun, Alî Kenanoglû û Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel, ji bo dengdayînê çûn ser sindoqan. Bûldan û Tûncel dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Hasan Kagnici ya Bagcilarê bikar anîn. Li dû dengdayînê Pervîn Bûldan daxuyaniyek da û got, "Hêvîdarim dengên tên bikaranîn ji aştiyê re bibin wesîle."
Bûldan anî ziman ku rojeke dîrokî ye û got, "Piştî saet 21:00 ê vê êvarê, li Tirkiyeyê wê rojeke nû hilê. Biratiya gelan wê bi ser bikeve, bindest wê bi ser bikevin. Ez bawerim wê li Tirkiykeyê guherîn û veguherîneke mezin pêk were."
Namzeta HDP'ê ya rêza 2. a herêma 2. a Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû jî li Dibistana Seretayî ya Fûat Soylû ya li taxa Mahmût Şevketpaşa ya Okmeydani, li sindoqa bi hejmara 2190'î bikar anî. Kerestecîoglû piştî dengdayînê got, "Hêvîdarim ji bo tevahiya mirovahiyê bi xêr be."