Baydemîr: Yên di dengdayînê de hîleyan bikin wê hesap bidin
Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin ku li hemberî kesên bi komî dengan bikar tînin, nahêlin çavdêr wezîfeya xwe bikin, wê li qada hiqûqê têkoşîna pêwîste were meşandin.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr bi hevsera xwe parêzer Reyhan Yalçindag re li Dibistana Navîn a Şerîf Ozden Başari ya li navçeya Karakopru dengê xwe bikar anî
Baydemîr piştî bikaranîna dengê bal kişand ser agahiyên ji herêmên bejahî tên ku behsa hîleyan tê kirin û got, "Bi taybetî li gundên Sêwereg, Kaniya Xezalan û Xeliliyeyê tê gotin ku li çavdêrên me tê xistin. Agahiyên li ser binpêkirinan ji herêmê tên. Hewl tê dayîn ku bi awayekî komî deng werin bikaranîn. Bi awayekî vekirî dibêjim, hevalên me, çavdêrên me, hemû saziyên me yên pêwendîdar wê vê pêvajoyê bişopîne, qeyd bike. Kî dibe bila bibe wê giliyê wan bê kirin û ya pêwîst were kirin."
Baydemîr herî dawî got, "Bila demokrasî, aştî, jiyana bi hev re qezenç bike."