Hemû rayedarên dewletê yên li Kurdistanê ji AKP'ê re dixebitin

Li Wanê, zexta li hilbijêrên HDP'yî tên kirin û hîleyên di dengdayînê de dewam dikin.

Li Erdîşê zextên li hilbijêran dewam dikin. Li Dibistana Seretayî ya Husnu Yegîn a taxa Yeşîlovayê, hin jinên li lavaboya dibistanê pisûlaya dengan dişewitandin, hatin zevtkirin. Agahî ji emniyetê re hat dayîn û ev jin birin Emniyeta Navçeya Erdîşê.

Li gundê Axsirafê jî ekîba jendermeyan ket hewşa dibistana lê deng tê bikaranîn û li ser nerazîbûna gel neçar ma xwe vekişîne.

DEMA GEL BI AWAYEKÎ VEKIRÎ DENG BIKAR ANÎ, SEROKÊ SINDOQÊ KRÎZ DERBAS KIR

Li gundê Zorava ji gel hat xwestin ku dengê xwe bi awayekî vekirî bikar bîne, Serokê sindoqê Serkan Şen li ser vê yekê krîza sinir derbas kir. 

Li taxa Sûlû jî ji hin jinan re pere hat dayîn ku bi pisûlayên cuda re deng bikar bînin û pisûlayên ji wan re hatiye dayîn bi awayekî vala, bide yên pere dane wan.

LI PAYÎZAVAYÊ ZEXTA QEYMEQAM

Qeymeqamê Payîzavayê Metîn Yilmaz li navendên dengdayînê geriya û heqaret li çavdêrên HDP'yî kir. Qeymeqam Yilmaz her wiha ferman da polîs û leşkeran.

Di dema weşandina vê nûçeyê de Yilmaz hînê li taxa Yaramiş bû û zext li gundiyan dikir.