Li Kurdistanê binpêkirinên hilbijartinê

Li gelemperiya Tirkiyeyê dengdayînê ji saet 08:00 û pê ve destpê kir. Li Kurdistanê binpêkirinên hilbijartinê rû didin.

Li gelemperiya Tirkiyeyê dengdayînê ji saet 08:00 û pê ve destpê kir. Li Kurdistanê binpêkirinên hilbijartinê rû didin.

DÊRSIM: Tevî qedexeya propaganda hilbijartinê û weşanê jî, li Dêrsimê alên CHP'ê ji taxan nehatin daxistin. Wesayîtên anonsê yên CHP'ê jî li taxa Mogoltayê her digere.

ÇEWLIK: Li Çewlikê, çavdêrên li ser sindoqan rastî astengiyên destpêkê hatin. Heyeta ji Swêdê hat, li gundê Elmaliyê rastî gefa cerdevan û leşkeran hat. Cerdevanan gef li endamên heyetê xwarin û ji wan re gotin," Ji gund derkevin, naxwe em ê we bikujin." Ji ber vê gefê heyet neçar ma gund biterikîne û derbasî gundekî din bû. Li gelemperiya bajêr, cerdevan û leşker li ser sindoqan hatine bicihikrin. Li gundê Gelîntepe yê Solhanê jî cerdevanan bênasname deng bikar anîn. Li gundên Bozkanat û Gelîntepeyê cerdevanên li ser sindoqan, bi kuştinê gef li çavdêrên HDP'yî xwarin. 

ELEZÎZ: Li Lîseya Selîm Hazar Dagli ya li taxa Cûmhûriyet a Elezîzê, polîsan beriya dengdayînê nehiştin çavdêrê ti partiyê bikeve hundirê cihê dengdayînê.

AGIRÎ: Li Agirî, hilbijêr ji bo dengê xwe bikar bînin danê sibehê ketin rêzê. HDP'ê ji bo her sindoqê pênc çavdêr wezîfedar kir. Komek çavdêr a ji Fransayê hatiey jî hilbijartinê dişopîne. Hat ragihandin ku li gundê Yazici yê Serokê AKP'ê yê Bajêr Abdûrrhamn Çetîn zext li welatiyan tê kirin ku bi awayekî vekirî dengê xwe bikar bînin. Çavdêrên li vê derê li ser nerazîbûna gel, dest li rewşê werdan.

ERDEXAN: Li Erdexanê girseya gel danê sibehê li navend, navçeyan û gundan çûn ser sindoqan. Tevî ku li gundê Balikçilarê hejmara hilbijêran 83 ye jî hat hînbûn ku 412 pisûle ji gund re hatine şandin. Her wiha li gundê Çûllû û navçeya Gole jî hejmareke zêde pisûla hatiye şandin.

MÛŞ: Hat ragihandin ku namzetê AKP'ê Abdulselam Er bi cerdevanan hatiye Dibistana Seretayî ya Hurriyetê ya li bjarê Sungu yê navçeya Mûş Haskoyê. Li gorî agahiyan, cerdevan bi komî deng bikar tînin û nahêlin parêzer û rojnamevan xwe nêzî sindoqê bikin.

WAN: Li Wanê hem wezîfedar hem jî hilbijêr çûn ser sindoqan. Tevî ku ne qanûnî ye jî polîsan çavdêrên cîgir û gel ji hewşa dibistanê derxistin.