Li Amedê zext û hewldanên hîleyê zêde dibin
Li Kurdistanê dengdayîn dewam dike. Lê di heman demê de zext û hewldanên hîleyê jî zêde dibin.
Li Kurdistanê dengdayîn dewam dike. Lê di heman demê de zext û hewldanên hîleyê jî zêde dibin.
Li Kurdistanê dengdayîn dewam dike. Lê di heman demê de zext û hewldanên hîleyê jî zêde dibin. Li navçeyên Amed Bismil û Farqînê HUDA-PAR'î û polîsan zext li gel kirin. Li Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Baglarê jî, kesekî ku bi zerfên morkirî dixist kîsan, hat zevtkirin.
Li hewşa Dibistana Seretayî ya Ziya Gokalp a navçeya Amed Bismilê polîs bi maşîna zirxî ya bi tîpa Akrep a bê plaqe digerin û zextê li gel dikin. Namzeta HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca dest li vê rewşê werdan, lê polîsan bersiva 'bi van maşînan em polîsan dibin û tînin' dan.
Li Farqînê jî endamên HUDA-PAR'ê bi çekdarî hatin dibistanan û hewl dan çavê gel bitirsînin.
Li Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Baglarê, kesekî ku hewl dida zerfên morkirî bixe kîsan, hat dîtin û li ser vê yekê ket panîkê. Maseya Krîzê ya HDP'ê ji bo lêkolînkirina mijarê parêzer şand ji Desteya Hilbijartinê ya Baglarê.