Selahattîn Demîrtaş dengê xwe bikar anî
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Dibistana Navîn a Mevlana ya li Sûltanbeyliyê dengê xwe bikar anî.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Dibistana Navîn a Mevlana ya li Sûltanbeyliyê dengê xwe bikar anî.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Dibistana Navîn a Mevlana ya li Sûltanbeyliyê dengê xwe bikar anî.
Demîrtaş berî dengê xwe bikar bîne daxuyaniyek da rojnamevanan.
Demîrtaş got, "Hêvîdarim bi xêr be, me kampanya hilbijartinê ya zor û zehmet temam kir. Li 81 bajaran wê gelê me li ser sindoqan be. Her kes di çarçoveya vîna xwe de wê dengê xwe bikar bîne. Înşalleh dema êvarê sindoq vebûn wê bibe wesîleya aştiya navxweyî û azadiya li Tirkiyeyê. Hêvîdarim wê roj li sibeheke azad hilê."
Demîrtaş diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê demokratîk derbas nebûye û got, "Tevî vê jî me hewl dan hêviya Tirkiyeyê, evîna aştiyê, hestên biratiyê mezin bikin. Dema sindoq vebûn, ez bawerim em ê bibînin ku me ev bi ser xistine."
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Hêvîdarim îro her kes biçe ser sindoqan. Em ê zerfên did estê xwe de ji bo pêşeroja azad a zarok û neviyên xwe bikar bînin. Ji sindoqan wê encamên ji bo siberoja me derkevin. Bawerim em ê bi hev re jiyana bi hev re xurt bikin. Encamên hilbijartinê çi dibe bila bibe, bila bi xêr be. Tevî hemû neyîniyan jî ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Bila kesek hêviya xwe winda neke. Dînamîkeke xurt a tevahiya welêt heye. Me kampanya xwe li ser vê meşand. Ji bo me hemûyan bi xêr be. Ji wezîfedar, çavdêrên li ser sindoqan rica dikim. Ev zerf bi kedeke gelekî mezin tê bikaranîn. Çi ketibe hundirê sindoqê bila ew derkeve. Heta encamên fermî zelal bibe, em ê li ser wezîfeya xwe bin."