Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dengê xwe li Wanê bikar anî. Piştî dengdayînê Yuksekdag daxuyaniyek da û got, "Îro ji van sindoqan wê baweriya bi demokrasiya Tirkiyeyê û jiyana nû derkeve."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê û namzeta parlamenteriyê ya Wanê Fîgen Yuksekdag, li Dibistana Seretayî a Zaferler a navçeya Îpekyolû, li sindoqa 1178'an dengê xwe bikar anî. Li gel Yuksekdag Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Hatîce Çoban, Bekîr Kaya, namzeta parlamenteriyê ya Wanê ya HDP'ê Yûrdûsev Ozsokmenler, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr û gelek rêveberên DBP û HDP'ê dengê xwe bikar anîn.
Yuksekdag di daxuyaniya xwe ya li vir de diyar kir ku ew di pêvajoyeke zehmet a hilbijartinê re derbas bûne û destnîşan kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan ew bawer dike HDP wê encameke baş bi dest bixe. Yuksekdag got, "Ez bawerim ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de wê derî li pêşerojeke nû vebe."
Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir, ku wezîfeya xwe bicih bînin û got, "Heta encam zelal bibin pêwîste hemû wezîfedarên me, hemû wezîfedar li ber sindoqan bin."