Li Dortmûnd û Kolnê ji bo Amedê çalakî
Êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk a li dijî îradeya gelê Kurd li bajarên Koln û Dortmûnd ên Elmanyayê hat protestokirin.
Êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk a li dijî îradeya gelê Kurd li bajarên Koln û Dortmûnd ên Elmanyayê hat protestokirin.
Gelek çalakgerên ku li ber stasyona trenê ya navendî ya Kolnê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk lenet kirin. Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr di çalakiyê de axivî, diyar kir ku Amed dilê Kurdistanê ye û wê ti carî kes nikaribe çokan li Amedê bide şikandin.
Çalakiya li Kolnê bi tevlîbûnan xurttir dibe.
Li Dortmûndê jî Kurdistanî ji bo Amedê li ber avahiya şaredariyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qatil Dewlet Ji Kurdistanê Biceheme”, “Berxwedan Jiyan e” hatin berzkirin.