Dîe Lînke: Binçavkirina Hevşaredaran rêka dîktatoriyê ye

Li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Partiya Çep a Elmanyayê daxuyanî da û got; “Ev gaveke ku ber bi dîktatoriyê ye.”

Di daxuyaniyê de ku bi îmzeya Hevserokê Dîe Lînke Bernd Riexinger hat weşandin, wiha hat gotin; “Binçavkirina hevşaredarên Amedê me bi hêrs dike.”

Bernd Riexinger diyar kir ku wek hevserokê partiyê meha Sibatê li Amedê Kişanak nas kiriye, û destnîşan kir ku binçavkirin “gaveke ber bi dîktatoriyê ye.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li Tirkiyeyê gelek hilbijartî û parlamenter bi îdîanameyên parçe parçe ji wezîfeyên xwe tên dûrxistin û wek sûcdaran tên nîşandan, ji hikûmeta Elman a Federal jî xwest ku bêdeng nemîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hikûmeta Elman hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bi dawî bike û êdî ‘nebe şirikî vî sûcî’.

Bi berdewamî hat ragihandin ku wê piştevaniya xwe ya bi HDP, DBP’ê bidomînin, daxwaz kir ku tevahî girtiyên siyasî, rojnamevan û akademîsyen bên berdan. Di daxuyaniyê de her wiha bang hat kirin ku bila dawî li tundiya li Kurdistanê bê û leşkerên Tirk ên li Sûriyeyê demildest bên kişandin.