Artêşa Iraqê bajarê Rûtbayê ji çeteyan paqij kir

Artêşa Iraqê da xuyakirin ku kontrola bajarê Rûtbayê bi temamî bi dest xistine.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên ji başûrrojhilatê Sûriyeyê hatibûn dixwestin bajarê Rûtba yê girêdayî wîlayeta El Anbarê dagir bikin. Hate ragihandin piştî şerê 3 rojan  kontrola bajarê Rûtba ya nêzî wîlayetên Deyrezor û Homsê bi temamî hat sazkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku artêşa Iraqê da, hat gotin ku çeteyên ku bi armanca şikandina zexta li ser Misûlê êrîşî Rûtbayê kirin, bi temamî hatin dûrxistin.

Bajarê Rûtbayê, Hezîrana 2014’an ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê hatibû dagirkirin. Di encama operasyonên artêşa Iraqê de ku heta Adara îsal hatin lidarxistin, çete neçar mabûn ku bajêr biterikînin.