Şehîdên Cotmehê li Gavle û Hannoverê hatin bîranîn
Li bajarê Gavle yê Swêdê û bajarê Hannover ê Elmanyayê, şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.
Li bajarê Gavle yê Swêdê û bajarê Hannover ê Elmanyayê, şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.
Li bajarê Gavle yê Swêdê û bajarê Hannover ê Elmanyayê, şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.
GAVLE
Li bajarê Gavle yê Swêdê, Komuna Jinê ya Warşîn bi çalakiyekê şehîdên meha Cotmehê bibîr anî. Merasîma bîranînê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Berdevkên Komuna Jinê Waşrîn Evîn Tak û Zînê Batte li vir axivîn û girîngiya şehîdên meha Cotmehê û hemû şehîdên Kurdistanê ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd vegotin. Berdevkan destnîşan kirin, ku jinên Kurd wê heta pêkanîna armancên şehîdan, bi biryardarî têbikoşin.
Di çalakiya bîranînê de dokûmanterek li ser jiyan û têkoşîna şehîda destpêkê ya jin a PKK’ê Besey Anûş hat nîşandan. Piştre li ser navê malbatên şehîdan Vecîn Batte axivî û anî ziman, dewleta Tirk ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd li sê parçeyên Kurdistanê ji holê rake, bi rengekî harbûyî êrîş dike. Batte got, “Dem ew dem e ku em şehîdan fêhm bikin, li ser şopa wan bibin yek û têkoşînê geş bikin.”
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Meclîsa Ronahî di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de bi civînekê hemû şehîdên meha Cotmehê bibîr anî.
Civîna bîranînê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê pêk hat û bi qasî 150 malbat û xizmên şehîdan tevlî bûn. Civînê saet di 17’an de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di axaftinan de hat destnîşankirin, ku Bêrîtan xeta berxwedan û azadiya jinê ye.