Dosyaya taybet a BBC 25’ê Cotmehê weşiya. Saziya weşanê ya Îngilîz penaberên Sûriyê, yên ku ji hêla markayên mezin ve xwîna wan tê mijtin anî ser ekranên xwe. Ji bilî yên gihayî, zarokên 10 salî jî ji hêla kargehên taşeron ve di nav şertên xirab de têne şixulandin. Hilberînên li atolyayên ku li ser navên markayên mezin ên wekî Marks and Spencer, Asos, Zara û Mangoyê ve hatine vekirin, piştre li Brîtanyaya Mezin têne firotin.
Nûçegihan Darragha Maclntyre, ji bo vê xwînmijtinê veguhezîne bi mehan li Tirkiyê ma. Nûçegihan Maclntry, li gel hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û zexta li ser çapemeniyê jî dibêje, ‘’Di xebatên hilberandina cil û bergên marka de yên ji bo bazaran Îngilîz, di nav de zarok jî heyî, pir hêsan e ku penaberên Sûriyê werin dîtin.’’
Nûçegihan wiha berdewam dike: ‘’Hate gotin ku li Tirkiyê xebatkariya zarokan rûniştiye. Lê min nedizanî wê ev qas zêde bûya. Jêrzemîneke atolyayê bi zarokan tije bû ku temenê hemûyan di navbera 7-8 salan de bûn’’
Nûçegihanê Îngilîz radigîhîne, penaberên li van atolyayan dixebitin ku ji bo bazara Îngilîz hildiberîn in, li Tirkiyê kêmî destmiza herî kêm têne xebitandin.
Maclntyre got, ‘’Behsa destmizên nanoziko û şertên pir xirab ên xebatê dikin (…) dizanin ku xwîna wan dimijin lê dizanin ku tiştekî ku bikin jî nîn e’’
Ji ber sedema şer nêzî 4 milyon Sûriyeyî ku bûne penaber 3 milyon ji van li Tirkiyê dijîn. Nîvê van li derveyî wargehan dijîn, nîvê dî jî li Stenbol, Izmîr yan jî Enqerê, li bajarên mezin dijîn.