Di serdegirtinan de zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin
Li Hatay, Amed û Rihayê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 43 kes hatin binçavkirin.
Li Hatay, Amed û Rihayê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 43 kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser malên xwendekarên Zanîngeha Mûstafa Kemal a Hatayê û herî kêm 10 kes binçav kirin. Xwendekar Azad Demîr, Amed Kiran, Farûk Baglamiş, Ozgun Alma, Mehmet Emîn Kinik, Tûfan Kara, Ridvan Dogan, Reşît Akçan, Cûmalî yê paşnavê wî nehat zanîn û kesekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin û ew birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Hatayê.
AMED
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Farqînê ve tê meşandin, li navçeya Farqînê polîsan avêtin ser malan û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de bi qasî 30 kes binçav kirin.
RIHA
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Mahmût Çelîk jî duh bi şev li Rihayê hat binçavkirin. Çelîk birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê.