Kurdên li Ewropayê xwedî li Hevşaredarên xwe derketin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û endamên ACTÎT û ATÎK'ê saet di 20:00 de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev civiyan û meşiyan. Di çalakiyê de dirûşma "Terorîst Tirkiye, piştevan Ewropa' hat qîrîn. Piştî ku girseya gel gihîşt meydana Repûblîqûe, Hevserokê NCDK ê Parîsê Ozcan Bahşî axivî. Bahşî got, "Em ê bi geşkirina berxwedanê li ber van êrîşên faşîst rabin û her roj li meydanan bin."
RENNES: Bi heman armancê li bajarê Rennes ê Fransayê, CDK-Rennes û Komeleya Jinê ya Zîn mîtîngek lidar xistin. Alîkarê Şaredarê rennesê, şaredarê berê, endamên komleeya Dostaniya Kurd Broton, partiya komunîst a ciwan a Fransayê û du parlamenterên Fransayê jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî li Place de la Maîrîe pêk hat û hat destnîşankirin, ku heta sekinandina pêla girtinê ew ê her hefte çalakiyan lidar bixin.
MONTPELLÎER: Li bajarê Montpellîer ê Fransaê, li ser banga NCDK, Kurdistanî saet di 20:00 de li meydana Comedîe li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujerê zarokan Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bimire AKP", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" terora dewleta Tirk şermezar kirin. Ji bo meşa girseyî ya 28'ê Cotmehê roja Înê saet di 19:00 de, banga tevlîbûnê hat kirin.
STOCKHOLM: Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn saet di 18:00 de li ber Gara Navendî ya bajêr li hev civiyan û binçavkirina Hevşaredar Kişanak û Anli şermezar kirin. Çalakgeran li ser mijarê belavok li rêwiyan belav kirin û dûre ber bi meydana Sergelê ve meşiyan. Li vê qadê jî axaftin li ser mijarê hat kirin û binçavkirina Kişanak û Anli hate şermezarkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.
BORLANGE: Li bajarê Borlange yê Swêdê, li ser banga NCDK komek ji 50 kesî li hev civiya û ber bi avahiya şaredariyê ve meşaiy. Çalakger bi rêveberên şaredariyê re rûniştin û ji hikûmeta Swêdê xwestin, ku ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava û girtin û binçavkirina hevşaredarên Kurdan, helwestê li dijî Tirkiyeyê nîşan bidin. Rêveberên şaredariyê jî dan xuyakirin, ku ew ê vê daxwaza Kurdistaniyan ji Wezîrê Parastinê û Wezîra Karên Derve re ragihînin û li ser vê yekê çalakî qediya.
MALMO: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Malmo yê Swêdê dijîn, li meydana Mollenvagstorgetê mîtîngek lidar xistin. Bi qasî 100 çalakgerî dirûşmên "Destên xwe yên qirêj ji HDP Û DBP'ê vekişînin", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Dest nede vîna min", "Kujer Erdogan" qîriyan. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li xwepêşandanê axivîn û gotin, hikûmeta Tirk a nikare xwe li destketiyên Kurdan rabigire, ji her alî ve êrîşî gelê Kurd dike. Nûnrean ji cîhana derve û civaka navneteweyî xwest, ku li ber vê bêhiqûqiya AKP'ê rabin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê saet di 17:00 de li ber Hannover HBF mîtîngek pêk hat. Tevî nûnerên NCDK, Saziyên Êzidiyan, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, HDK Hannover, rêveberên Partiya Çep ên Hannoverê, Weqfa Rosa Luksembûrgê û Buroya Aştiyê ya Hannoverê bi qasî hezar kes beşdarî çaakiyê bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Şaredarê berê yê Hannoverê û endamê Koma Dostaniya Hannover Amedê Herbert Schmalstîeg axivî. Schmalstîeg bang li hikûmeta Elman kir, ku bi erkên xwe bi kar bîne û ji bo vê neheqiyê biqedîne,b ikeve nava tevgerê. Çalakî piştî belavokirin û xwendina belavoka NAV-DEM'ê bi qîrîna dirûşman qediya.
ESSEN: Li bajarê Essen ê Elmanyayê, bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Hevserokê NAVEND'ê Yilmaz Gultekîn li vir axivî û bibîr xist, ku Amed dilê Kurdistanê ye. Gultekîn bang li hikûmeta Elmanya kir û got, "Erdogan ê ku tu destekê dide wî, zerarê dide malê gel. Demokrasiya te li ku ye?" Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan, Kurdistan wê li te bibe goristan" hatin qîrîn.
HÎLDESHEÎM: Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, li ber NCDK çalakî hate lidarxistin û binçavkirina Kişanak û Anli hate şermezarkirin.
VIYANA: Bi heman armancê li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê mîtîngek pêk hat. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan li vir li hev civiyan û binçavkirina Hevşaredaran şermezar kirin. Li aliyê din, NCDK a Viyanayê wê di rojên pêş de meşeke mezin a protestoyî lidar bixe.
DEN HAAG: Binçavkirina Kişanak û Anli li ber Parlamanta Hollandayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, raya giştî hate agahdarkirin û li dijî pêkanînên faşîst û antî demokratîk, bang li raya giştî hat kirin ku li cem gelê Kurd cih bigire.