Li dijî binçavkirina Kişanak û Anli nerazîbûn zêde dibin

Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha serdegirtina şaredariyê li Ewropayê bi çalakiyan hat protestokirin.

Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha serdegirtina şaredariyê li Ewropayê bi çalakiyan hat protestokirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli protesto kirin û her wiha berxwedana Amedê silav kirin.

Meşa ku li Qada Canebîer dest pê kir heta ber Parlamentoya Ewropayê dewam kir. Di çalakiyê de ku dirûşmeyên “Bimire Faşîzma Erdogan”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin berzkirin, hate gotin ku wê li her derê berxwedan bilind bibe û heta azadiyê wê berxwedan bidome.

Kurdistanî û dostên wan ên li Marsîlyayê diyar kirin ku wê her roj çalakiyan li dar bixin.

MÎLANO

Komek ji Îtalyan û Kurdistaniyan, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê binçavkirina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli protesto kirin.

Di çalakiyê de ku li Qada Dûomo hat lidarxistin, hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi êrîşên li ser şaredariyan ve dest li îradeya gelê Kurd werdide û ev tê wateya xespkirina maf û azadiyên Kurdan.

Di çalakiyê de ku dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Vîva Erdogan” hatin berzkirin, pankartên “Dest Nede Îradeya Min” û wêneyên Kişanak û Anli hatin rakirin.

BÎELEFLED

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan çalakiyek li dar xistin. Girse ya ku li ber HBF a Bîelefeldê kom bûn, pankartên li dijî AKP’ê û Erdogan rakirin, dirûşm berz kirin.

OSLO

Li bajarê Oslo yê Norwêcê jî ji bo protestokirina binçavkirina Kişanak û Anli, Kurdistanî tevlî civîna meclîsa şaredariyê bûn. Girseyê li vir pankart vekir, bal kişand ser zextên li dijî şaredariyên Kurdistanê.

Dema rûniştinê, berpirsê ciwanan a Ûng-Kurd Andam Aso mafê axaftinê wergirt û têkîldarî zextên li Kurdistanê axivî.

...