Pêkhateyên HDP'ê bang kirin: Em bi hev re li ber AKP'ê rabin

Partiyên siyasî yên pêkhateyên HDP'ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina Kişanak û Anli dan û diyar kirin, êrîş wê bi têkoşînê pûç bibin. Pêkhateyan gotin, "Li dijî Rewşa Awarte û êrîşên AKP'ê em banga têkoşîna hevpar dikin."

Ji pêkhateyên HDP'ê, Partiya Şoreşger, Partiya Ji nû ve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Platforma Piştgiriyê ya Sosyalîst (SODAP) û Partiya Siberoja Çep û Kesk (YSGP) li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniya nivîskî de bal hat kişandin ser kiryarên qirkirinê û darbekariyê yên AKP/Qesrê û hat gotin, "Welat ber bi pêvajoyeke tarî û bi xwîn ve tê dehfdan."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev binçavkirin, yek ji êrîşên herî cidî yên li dijî hêzên demokrasiyê û mûxalefetê ye. Binpêkirina vîna gel e. AKP'ê Meclîs tevizandiye û rêveberiya welatê xistiye destê Erdogan. Niha jî hewl dide vê rewşa xwe hiqûqî bike. Êrîşa li dijî Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê êrîşa li dijî hemû hêzên ked û demokrasiyê ye. Divê hêzên ked û demokrasiyê bibînin, ku ev êrîş welêt dixe nava rewşeke aloz û eger pêşî lê neyê girtin wê bandorê li tevahiya civakê bike. Ev jî rewşek tarî nîşan dide."

'EM Ê ÊRÎŞAN PÛÇ BIKIN'

Pêkhateyên HDP'ê di dawiya daxuyaniyê de gotin, "Li dijî vê pêla êrîşê, em ê hêza xwe bikin yek û bi hev re li ber rabin, êrîşan ûç bikin. Em bang li her kesî dikin ku bi hev re li ber êrîşên AKP'ê û Rewşa Awarte rabin."