KNK: Girîng e gelê Kurd xwedî li şaredariyên xwe derkeve

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, girtina hevşaredaran êrîşa li ser vîna xweseriya demokratîk a gelê Kurdistanê ye û got, "Divê gelê Kurd û Kurdistanî xwedî li şaredarî, temsîlkar, destketî û çeperên xwe yên têkoşînê derkeve."

Konseya Rêveber a KNK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku hikûmeta AKP'ê ev demeke dirêj e li ser navê dewleta Tirkiyeyê li her qada jiyanê êrîşeke berfireh aniye ser Kurdistanê û got, "Ji bomberdûmana bajar û gundan heta kuştina sivîlan û girtina siyasetmedarên Kurd, li Kurdistanê û seranserê Tirkiyeyê di asta herî bilind de ev êrîş dewam dike. Gelek hevşaredar girtin e. Dest danîne ser şaredariyan û karmendên xwe li ser Şaredariyên Kurdistanê wezîfedar kirine."

'VÎNA GELÊ KURDISTANÊ TÊ BINPÊKIRIN'

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku dewleta Komara Tirkiyeyê bi hemû mekanîzmayên xwe, li dijî Kurd û Kurdistaniyan şerekî berfireh dimeşîne û destnîşan kir, ku ji çeperên leşkerî niha zor daye ser dezgehên bi dengê gelê Kurdistanê hatine hilbijartin.

KNK'ê destnîşan kir, ku ev yek binpêkirina vîna gelê Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Îro jî Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi fermana hikûmeta AKP'ê û Erdogan ji aliyê polîsan ve li Amedê hatin girtin. Ev nêzîkatiya Komara Tirkiyeyê ji gefxwarinê jî derbas bûne û dixwazin bi van kiryaran tevger û pêşengên doza Kurdistanê tesfiye bikin."

'AMED PAYTEXTA KURDISTANÊ YE, ŞAREDARIYA AMEDÊ JÎ SEMBOLA VÎNA KURDISTANÊ YE'

Di dewama daxuyaniya KNK'ê de hat ragihandin, ku Amed paytexta Kurdistanê ye û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji aliyê xweseriya demokratîk ve sembola vîna Kurdistanê ye û hat gotin, "Ev operasyona girtina Hevşaredaran, êrîşa li ser vîna xweseriya demokratîk a gelê Kurdistanê ye.

Xuya ye wê vê operasyona li ser şaredariyan firehtir bikin û dest deynin ser hemû şaredariyên Kurdistanê. Ev êdî germkirina eniya şerê li dijî Kurd û Kurdistanê ye. Dixwazin teslîmiyetê deynin ber Kurdan.

GELÊ KURD TESLÎMIYETÊ QEBÛL NAKE

Nexêr, hezar car nexêr! Xelkê Kurd, Kurdistanî û dostên Kurdan vê yEkê qebûl nakin û divê nekin!

Şaredarî navendên temsîliyeta demokratîk a Kurdistanê ne. 

TC vê êrîşa li bakur, paralelî êrişên xwe yên li başûr û li rojavaya Kurdistanê bilind dike. Kurd û Kurdistanî divê xwendineke rast û durust bikin li ser polîtîkaya êrîşkar, antî Kurd û antî Kurdistan ya TC'ê.

BANGA XWEDÎDERKETINÊ LI GELÊ KURD HAT KIRIN

Kurd û Kurdistanî divê li şaredariyên xwe, li temsîlkarên xwe, li destket û çeperên xwe yên têkoşînê bi hemû reng û metodên demokratîk xwedî derkevin."

Daxuyanî bi vî rengî qediya: "Em wekî KNK vê polîtîkaya bêaqilane ya dewleta Tirkiyeyê, pratîka hikûmeta AKP'ê ya dijminane bi xurtî rûreş û şermezar dikin. Hevşaredar û hemû girtî divê di zûtirîn demê de bêne berdan. 

TC û hikûmeta AKP'ê bi van polîtîka û pratîkên xwe yên serê sedsala bîstan ên jenosîdal nikarin bigihine armanca xwe."

KNK'ê got, "Serketin wê ya gelê me, ya Kurd û Kurdistanê be."