HRW: Li girtîgehên Tirkiyê êşkence zêde bûne
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) têkildarî girtîgehên Tirkiyê raporek amade kir û hate ragihandin, êşkence zêde bûye û bi Rewşa Awarte re li welêt ‘atmosfera tirsê’’ serwer bûye.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) têkildarî girtîgehên Tirkiyê raporek amade kir û hate ragihandin, êşkence zêde bûye û bi Rewşa Awarte re li welêt ‘atmosfera tirsê’’ serwer bûye.
Hate ragihandin rapora ku ji hêla HRW’ê re têkildarî helwdana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, geşedanên piştî wê û kirinên bi Rewşa Awarte re ji hêla 40 parêzer, doktorên pispor ve, bi hevdîtinên bi girtiyên berê re hatiye amadekirin.
Di raporê de tê diyarkirin ku li girtîgehan êşkence li girtî û yên hatine cezakirin tên kirin û hikûmetê bi Rewşa Awarte re ‘Heqê stîsmarê’’ daye polîsan. Di raporê de ku ji 47 rûpelan pêk tê, behsa rewşên neyênî yên li qereqolan ên di bin çav de tê kirin û tê gotin, rêz nîşanî heqên wan mirovan nadin, ku têne girtin û ev bêrêziya li mafan bi biryarnameyên Rewşa Aware zêdetir bûne.
Di raporê de tê gotin li girtiyan dixin, bi destavêtin gefan li wan dikin û nahêlin ku ew bi şev razin. Her wiha agahî hatiye dayin ku gefan li hinan kirine ku wê wan bixesînin.
Di rapora HRW’ê de tê gotin piştî hewldana darbeyê li Tirkiyê ‘’Atmosfera tirsê ya li giştî belav bûye serdest e ‘’ û rexne li wê hate kirin ku di nav çarçoweya Rewşa Awarte de dema binçavkirinê bûye 30 roj. Di raporê de tê gotin hikûmeta Tirk li dijî êşkence mîsogerî ji holê rakiriye û ‘’rayeyeke tam daye polîsan ku dikarin zêdegaviyan bikin.’’