Stenbol û Wan xwedî li Amedê derketin: Hûn ê nikaribin teslîm bigirin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Kişanak û Anli li Stenbol û Wanê hate şermezakirin.
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Kişanak û Anli li Stenbol û Wanê hate şermezakirin.
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li Stenbol û Wanê hate şermezarkirin.
STENBOL
Çalakiya protestoyî bi pêşengiya rêxistinên HDP û HDK ên Stenbolê, li meydana Galatasarayê pêk hat. Polîsên Tirk bi TOMA'yan dor li meydanê girtin. Bi sedan kesên li meydanê li hev civiyan destnîşan kirin, ku vîna gel teslîm nayê girtin. Parlamenterê berê yê HDP'ê Levent Tuzel, Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li dijî faşîzma AKP'ê banga yekîtiyê hat kirin.
Tuzel li vir axivî û xwest, Kişanak û Anli derhal bên berdan. Erbaş jî got, "Çi dikin bila bikin, vîna gel di ser her tiştî re ye û wê zilmê pûç bike."
Piştre Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Şîşlî Gulsen Bîter daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, ew ê bi ti awayî zilm, zordarî û bêhiqûqiya AKP'ê qebûl nekin.
WAN
Li Wanê, girseya gel li kolana Sanatê li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên "Zext nikarin bi me", "Em bi hev re li ber faşîzmê rabin" û "Bêdeng nebe, naxwe dor wê were te" binçavkirin şermezar kir. Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Sevînç Şeker, Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Yûnûs Parîm, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Hacer Ozdemîr û Bariş Oflas, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevşaredarên Wanê Bekîr Kaya, Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan, aktîvîstên KJA û şêniyên herêmê tevlî çalakiyê bûn.
Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Bajêr Ahmet Aygun daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir, ku binçavkirina Kişanak û Anli cihê bidawîbûna gotinê ye û sebra gel difûrîne. Aygun destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û banga hişyariyê li gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Botan jî destnîşan kir, ku ew ê heta dawiyê li dijî vê zext û zordariyê têbikoşin.