Çalakiya Komîsyona ÎHD'ê li meydana Galatasarayê pêk hat û bal hat kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Parêzvanên mafên mirovan wêneyên girtiyan hildan û pankartên bi nivîsa "Em ê bibin dengê girtiyên nexweş", "tecrîd dikuje, piştgirî dide jiyîn" vekirin. Li ser navê Komîsyonê Mîna Nazarî daxuyanî xwend.
'905 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE, REWŞA 323 JI WAN GIRAN E'
Nazarî da xuyakirin, ku li gorî daneyên Navenda Giştî ya ÎHD'ê 905 girtiyên nexweş hene, ku rewşa 323 ji van giran e û anî ziman, ev hejmar roj bi roj zêde dibe.
Nazarî bang li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û rayedarên dewletê kir û got, "Bêrî ku çîrokeke din biqede, berî ku jiyaneke din li me kêm bibe, berî ku girtiyekî din ê nexweş jiyana xwe ji dest bide, girtiyên nexweş serbest berdin."