HDP: Em ê teslîmî desthilatdariya Erdogan-AKP'ê nebin

HDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli da.

Di daxuyaniya nivîskî ya Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê de hat gotin, "Binçavkirina Gultan Kişanak û Firat Anli, asta qîrînê ya şerê li dijî siyaseta demokratîk e. Ev binçavkirina bêhiqûqî û kêfî, li dijî pîvanên demokratîk, mafên mirovan û li dijî hemû peymanên navneteweyî ne, ku Tirkiyeyê jî mora xwe daniye binê van peymanan. Ev rewşa zilm, zordarî û bêhiqûiya ji aliyê destilatdariya Erdogan-AKP'ê ve hatiye afirandin, bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye. Berpirsyarê vê kaos û şaşitiya dîrokî, desthilatdariya siyasî ye."

Di daxuyaniyê de hat xwestin, hevşaredar derhal werin berdan û li saziyên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, hêzên aştî û demokrasiyê û sazî û parlamentên navneteweyî ev bang hat kirin: "Li pêşberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin, nerazîbûna xwe nîşan bidin. Vê serdema nehiqûqî ya li Tirkiyeyê qebûl nekin."

JINÊN HDP'YÎ: EM Ê LI KOLANAN BI KIŞANAK RE BIMEŞIN

Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyonê da xuyakirin, ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak yek ji sembolên têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê ye û destnîşan kir, ku binçavkirina Kişanak nîşan dide bê êrîşên stratejîk ên zîhniyeta darbekar ên li dijî polîtîkayên jinê gihîştiye kîjan astê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em vê yekê tînin bîra desthilatdariyê ku rejîma Rewşa Awarte ji xwe re kiriye mertal: Gultan Kişanak a ku we binçav kirine; piştî darbeya 80'î li zîndana bi hejmara 5'an a Amedê îşkence lê hat kirin, dema rojnameya Ozgur Gundemê hat bombekirin Midûra Karê Nivîsan bû, Parlamentera DTP'ê bû û Hevseroka Giştî ya BDP'ê bû. Gultan Kişanak mîna duh wê îro jî li dijî zilmê, berxwedana xwe ya demokratîk a rewa bidomîne. Em ê jî li kolanan pê re bimeşin.

Em li her derê saet di 11:00 de derdikevin kolanan. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina destketiyên hevpar li ber xwe bidin." 

Koordînasyonê destnîşan kir, ku ew ê rê nedin faşîzmê û got, "Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin."