Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên li dijî darbeya AKP'ê
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Girseya gel mesaja "Vîna gel teslîm nayê girtin" dan.
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Girseya gel mesaja "Vîna gel teslîm nayê girtin" dan.
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Girseya gel mesaja "Vîna gel teslîm nayê girtin" dan.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi daxuyaniya li ber Sumerparka Kevn, binçavkirin şermezar kir. Li ser navê komê Hevserokê HDP'ê ya Bajar Mahfuz Guleryuz daxuyanî xwend. Guleryuz da zanîn ku AKP ya ku darbeya 15'ê Tîrmehê şermezar dikir niha darbeyan pêk tîne û wiha got: "Şaredariya Amedê bi şaredariya Îzmîrê re xwebira ye. Em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Em ê serî li ber zextan netewînin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku li hember zextan bêdeng nemînin û ji bo biratiya gelen li hemberî AKP'ê li ber xwe bidin."
EDENE
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê li avahiya xwe daxuyaniyek da çapenemiyê û darbeya hikûmetê şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya bajar Gulseren Tural, da zanîn binçavkirin û dorpêçkirin pêkanînên derveyî hiqûqê ne û wiha pêde çû: "Divê demildest dest ji van pêkanînên xwe yên dij hiqûqî berdin. Em ê her roj dsaet di 11.00'an de dakevin kolanan. Em bang li hemû aliyan dikin ku tevlî çalakî û têkoşîna me bibin." Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
MERSÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mersînê der barê mijarê de bi pêkhateyên xwe û HDK'ê re li avahiya xwe civînek awarte lidar xist. Ji ber civînê polîsan bi TOMA'yan avahî dorpêç kir. Tê payîn ku di saetên pêş de daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
KOCAELÎ
Rêsitina HDP'ê Kocaeliyê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP'a bajar Îbrahîm Ergîn daxuyanî xwend û da zanîn ku bi zextan li hember kurd, elewî û aliyên demokratîk pêk tînin lê dê bi sernekevin.
BÛRSA
Li Bazara Arabayatagi ya Bûrsayê bi pêşengiya HDP'ê welatiyan daxuyaniyek da. Polîsan êrîşî girseya kom bûne kir. HDP'iyên ku dovîzên "dest nede vîna min" û dirûşm berzkirin hatin binçavkirin. Piştî rêveber hatin binçavkirin girseyê li qadê çalakiya rûniştinê pêk anî. Tê payîn ku di saetên pêş de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Çalakiya welatiyan didome. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endamên PM'yê yên HDP'ê Metîn Kiliç û Nadiye Gurbuz, Nadîr Kirlilar, Çîçek Çelebîoglu, Nadîr Ozer, Layik Hanazay, Mehmet Sabrî Gul, Dîlek Dînçer.
ENQERE
Li Enqereyê Platforma Jinên Enqereyê, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Rawestandin, Jinên Mala Gel û Pîrhebûkên Kampusê nerazîbûnnîşanî binçavkirina Kişanak û Anli dan û banga piştevaniyê li jinan kirin.