Li Elmanya û Îtalyayê piştgirî dan Amedê

Li bajarê Dresden ê Elmanya û bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo Amedê çalakiya piştgiriyê li dar xistin.

Li Albertplatz ê bajarê Dresden ê Elmanyayê, di pêşengtia Navanda Civak Kurd a Demokratîk li dijî êrîşên AKP’ê yên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê çalakiyekî ya kon hate lidarxistin. Çalakiya Kon a ku gelek welatiyên Elman jî ziyaret kir, belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên mîna “Tirkiye ji Rojava derkeve”, “Terora dewleta Tirk bi dawî bikin”, “Bimre Faşîzim, “Bimre AKP” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.

Di çalakiya protestoyê ya li dijî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli de, berxwedan gelê Amedê hate silavkirin.

ROMA

Li paytex Roma ya Îtalyayê, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hate protestokirin. Di çalakiyê de tim dirûşmên “Diktator Erdogan”, “Faşîst Erdogan” û “Hevşaredarên me ne bi tenê ne” hatin berzkirin.

...