BI DÎMEN

Ji bo oxirkirina Sirri Sureyya Onder girseya gel tê AKM'ê

Ji bo tevlîbûna li merasîma ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder gelek kes tên AKM'ê.

Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ku li beşa çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê dihate dermankirin, doh jiyana xwe ji dest da. Ji bo Onder li Navenda Çandê ya Ataturk (AKM) a li Taksîmê merasîm tê lidarxistin. Merasîm wê saet di 11:00 de destpê bike. Ji qadên huner û siyasetê gelek kes tên AKM'ê.

Merasîm wê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê bike. Piştre jî wê sînevîzyonek li ser jiyana Sirri Sureyya Onder bê nîşandan. Keça wî Ceren Onder Kandemîr, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş wê li merasîmê biaxivin.

Piştî merasîmê wê li Mizgefta Levent Barbaros nimêj bê kirin. Sirri Sureyya Onder wê li Goristana Zîncîrlîkûyûyê bê veşartin.

DEM Partî her wiha wê ji roja Duşemê û pê ve li Navenda Xwepêşandanê ya Cemal Reşît Rey a li Stenbolê û li avahiyên xwe yên bajar û navçeyan ên bajarên din serdanên sersaxiyê qebûl bike.