NÛ BÛ

Li dijî binçavkirina Kişanak û Anli bertek zêde dibin

Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û serdegirtina şaredariyê li bajarên Oldenbûrg, Dusseldorf, Hambûrg, Mannheîm û Saarbrucken ên Elmanyayê û Arnhem a Hollandayê hat protestokirin.

OLDENBÛRG

Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê Kurdistaniyan li avahiya şaredariyê çalakiya bêitiatiya sivîl li dar xistin. Çalakgeran şaredar dîtin, têkîldarî darbeya sivîl a li Kurdistanê agahî parve kirin û daxwaza piştgiriyê kirin.

DUSSELDORF

 

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî binçavkirina Kişanak û Anli bi girseyî hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wê saet 17.00’an li ber stasyona navendî ya Dusseldorfê kom bûn, bi dowîzan û dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bimire AKP”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Bijî Azadiya Kurdistan” û “HDP” ve lanet li terora dewleta Tirk barandin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku di şexsê Kişanak û Anli de li dijî îradeya gelê Kurd destwerdan heye.

HAMBÛRG

Binçavkirina Kişanak û Anli li bajarê Hambûrgê di pêşengiya Ciwanên Azad de bi çalakiyekê hat protestokirin.

Piştî hewldana provakasyona faşîstekî Tirk hat pûçkirin, li ser navç NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû axivî û diyar kir ku di şexsê Kişanak û Anli de li dijî îradeya tevahî Kurdan êrîş heye.

Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî anî ziman ku wê gelê Kurd ti carî li ber van êrîşên faşîst serî netewîne. Alimê Olî Mele Saîd jî diyar kir ku Erdogan hem li ber çavê gelê Kurd hem jî Xwedê gunehkarek e.

Di meşê de ku pankartên “Faşîst Erdogan destê xwe ji Kurdistanê bikşîne” hat rakirin, ji bo çalakiya 29’ê Cotmehê banga tevlîbûnê hat kirin.

MANNHEIM

 

Li bajarê Mannheîm ê Elmanya jî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat protestokirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de ku gelek belavok hatin belavkirin, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Orûç Dapar acivî, got divê gelê Kurd li her derê û di her kêliyê de li ber xwe bide.

Li ser navê HDK-E Saardlan jî axaftin hat kirin, hat diyarkirin ku berxwedana Rojava ji bo tevahî gelan perspektîf e û ji ber dewleta Tirk ji vê tirsiya li Bakurê Kurdistanê berê xwe dide rêveberan.

Li ser navê PYD Saarbruckenê jî Îsa Zerdeşt axivî, anî ziman ku dewleta Tirk ji bo karibe berê xwe bide siyaseta serkeftî ya gelê Kurd êrîşên xwe zêde kirine.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG/YPJ” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ARNHEÎM

Li bajarê Arnheîm ê Hollandayê jî binçavkirina Kişanak û Anli bi bertekên tund hat pêşwazîkirin. Girseya ku li ber şaredariya Arnheîm kom bû, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hat gotin ku divê dewleta Tirk derhal dest ji girtina hilbijartiyên gel berde.

Ji bo Kurdistaniyên li Arnheîm û derdora wê dijîn jî banga tevlîbûna meşê ya ku wê 29’ê Cotmehê roja Şemiyê wê bê lidarxistin, hat kirin. 

 

...