Wekîlên Swêdî xwestin ger li Erdogan bê qedexekirin
Sê wekîlên Swêdî pêşniyarnameyeke hevpar pêşkêş kirin û xwestin danekirin liser Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan û wezîrên Hikûmeta Tirk were ferzkirin.
Sê wekîlên Swêdî pêşniyarnameyeke hevpar pêşkêş kirin û xwestin danekirin liser Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan û wezîrên Hikûmeta Tirk were ferzkirin.
Piştî pêşniyarnameya Parlamenterê Partiya Hawirdorê Jabar Amîn ku xwest Recep Tayyîp Erdogan ji ber sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê kiriye bê darizandin, niha jî tevî Amîn sê parlamenteran pêşniyarnameyeke hevpar pêşkêş kirin û xwestin danekirin liser Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan û wezîrên Hikûmeta Tirk were ferzkirin.
Di pêşniyarnameyê de Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP’ê tên sûcdarkirin ku mafên mirovan binpê dikin, destekê didin DAIŞ’ê û li dijî gelê Kurd şer îlan kirine. Di pêşniyarnameyê de tê xwestin, mal û milkên Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP’ê werin desteserkirin û ger li wan were qedexekirin.
Parlamenterên hevparê biçûk ê hikûmetê Partiya Keskan Valter Mûtt, Annîka Lîllemets û Jabar Amîn diwazin pêşniyarnameya wan li parlamentê pêşkêşî dengdanê were kirin, hikûmet vê mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û ji bo danekirin liser Erdogan û wezîrên Tirk werin ferzkirin, bikeve nava hewldanan.
‘ERDOGAN PIŞTî 15’Ê TÎRMEHÊ DEST BI BERSIVDAYÎNÊ KIR’
Wekîlan dan xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê mafên mirovan bi rengekî cidî hatiye astengkirin, Erdogan li dijî komên girseyî yên gel dest bi bersivdayînê kiriye û li ser bipêkirina mafên mirovan û azadiya çapemeniyê mînakên şênber dan.
Wekîlan bibîr xistin, ku bi deh hezaran kes ji ber sûcdariyên bê bingeh û bê delîl ji kar hatine derxistin, hatine girtin û bal kişandin ser daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku diyar kir, pitÎ hewldana darbeyê îşkence li kesên hatine girtin hatiye kirin, destavêtin rû daye. Wekîlan bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê:
“Rejîm li rojhilatê Tirkiyeyê li dijî Kurdan şerekî bêeman dimeşîne. Bajar tên xerakirin, mirov neçar tên hiştin ku bi rengekî komî malên xwe biterikînin.
Tevî Rojnameya Cûmhûriyetê û Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, gelek çavkaniyên serbixwe dibêjin rejîma Tirk û Erdogan destekê didin DAIŞ’ê.”
LAZIM E CÎHANA DERVE NERAZÎBÛNEKE XURT NÎŞAN BIDE
Wekîlan destnîşan kirin, ku tevî dayîna çekan, rejîma Erdogan sînorên xwe li DAIŞ’ê vedike û dihêle ku terorîst û çek di sînor re derbasî Sûriyeyê bibin: “Erka cîhana derve ye ku li ber vê rewşê rabe, pêşî li binpêkirina mafên mirovan bigire û hemû berpirsyarên rejîma Erdogan darizîne. Şêweyekî vê nerazîbûnê ferzkirina danekirinan li ser Erdogan û payebilindên din, desteserkirina mal û milkên wan ên aborî ye.”
Wekîl her wiha dixwazin ger û seyhata Erdogan û rayedarên hikûmetê were qedexekirin.
Têkildarî pêşniyarnameyê me xwe gihand Valter Mûtt û Jabar Amîn.
DANEKIRINÊN LI SER LÛKAŞENKO HATIN FERZKIRIN, BILA LI DIJÎ ERDOGAN JÎ WERIN KIRIN
Valter Mûtt diyar kir, Erdogan ê ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê dike bahane, bi xwe darbe kiriye û li Tirkiyeyê di asteke gelekî bilind de mafên mirovan tên binpêkirin.
Mûtt da zanîn, li welatekî demokratîk bi deh hezaran mirov bêyî delîlan nikarin ji kar bên avêtin û werin girtin û ragihand, berpirsyariya her kesî ye li dijî van binpêkirinên mafên mirovan û îşkenceyê, helwestê nîşan bidin.
Mûtt da xuyakirin, ku danekirina berê li ser Serokdewletê Rûsya Spî Alexsander Lûkaşenko û derdora wî hat ferzkirin, divê niha li dijî Erdogan û rayedarên din ên payebilind were kirin.
DIVÊ ERDOGAN WERE DARIZANDIN
Jabar Amîn jî destnîşan dike, ku ji ber sûcên girtina sivîlan, kuştin û îşkenceyê, divê Erdogan li gorî xala 7. A Peymana Romayê li dadgeha navneteweyî were darizandin.
Amîn destnîşan kir, ku Erdogan ji xerakirin û şewitandina gelek navçe û bajarokên Kurdan, sirgûnkirina bi deh hezaran Kurdan berpirsyar e û herî dawî bi dagirkirina axa welatekî din re qanûnên navneteweyî binpê kiriye.
LAZIM E MAL Û MILKÊN WÎ WERIN DESTESERKIRIN
Amîn anî ziman, nabe civaka navneteweyî bi tenê li rewşê temaşe bike û xwest, beriya her tiştî ger û seyahat li Erdogan û wezîrên wî bê qedexekirin û mal û milkên wî werin desteserkirin.
Çav li rê ye pêşniyarname di dawiya meha Mijdarê de were nirxandin û pêşkêşî dengdanê bê kirin.