'Hesabên li ser herêmê tên kirin, ne ji bo berjewendiyên gelan e'
Endamê Komîteya Rêvebe a Akademiyên KCK'ê Raûf Karakoçan bû mêvanê bernameya Çira Welat a Çira TV û rojev nirxand.
Endamê Komîteya Rêvebe a Akademiyên KCK'ê Raûf Karakoçan bû mêvanê bernameya Çira Welat a Çira TV û rojev nirxand.
Endamê Komîteya Rêvebe a Akademiyên KCK'ê Raûf Karakoçan bû mêvanê bernameya Çira Welat a Çira TV û rojev nirxand.
Karakoçan bal kişand ser rewşa Mûsilê ku yek ji navendên şarisaniyê ye û got, "Mûsil bûye navenda gelek destketiyên civaka Rojhilata Navîn, bi taybetî yên Mezopotamyayê. Ji her alî ve cihekî girîng e. Di warê girîngiya xwe ya dîrokî de Mûsilê tiştek winda nekiriye. Mûsil, prototîpa Mezopotamyayê ye. Ji ber vê yekê hesabên li ser Mûsilê tên kirin biçûk nînin. Qedera Rojhilata Navîn ji Mûsilê derbas dibe. Li ser Mûsilê pir hesab hene, lê ev hesab ji bo berjewendiyê gelê Mûsilê û heremê nîne. Niha 'kîjan hêz çiqasî li ser Mûsil serdest be, çiqasî parçe-axa Mûsilê ji xwe re bigire', vê nîqaş dikin. Di hesabên tên kirin de çareserkirina pirsgirêkên Mûsilê nîne. Dewleta Tirk gelekî dixwaze tevlî pêngava Mûsilê bibe. Bêguman di vir de armanca dewleta Tirk gelekî cuda ye. Dewleta Tirk Mûsilê weke milkê xwe dibîne, weke parçeyek ji axa Tirkiyeyê dibîne. Dewleta Tirk dixwaze axa Mûsil-Kerkûkê tevlî nava Tirkiyeyê bike."
'HÊZA ÇARESERIYÊ, PKK YE'
Karakoçan, qala dema piştî rizgarkirina Mûsilê û rewşa heremê jî kir. Karakoçan, got: "Pirsgirêkên li dû pêngava Mûsilê derdikevin holê. Dibe ku hêzên koolîsyonê bi hewayî DAIŞ'ê ji Mûsilê derxînin. Lê piştî rizgarkirina Mûsilê ji bo berjewendiyên heremê, ji bo parastina heremê, ji bo gel çawa lê bijî, li ser kîjan felsefeyê xwe rêxistin bike, bernameyeke xwe ya wiha nîne. Li ser siberoja gelan ti hêzan bernameyek çênekiriye. Dewleta Tirk li dijî Şîa disekine. Dixwaze mezhebê Sûnî li wir xurt be. Dixwaze DAIŞ li wê derê hebe. Bi qasî ku xuya dike, çareseriyek ji bo Mûsilê nîne. Li wê derê hêza sereke ya çareseriyê PKK ye. Weke felsefe, weke fikir, bernameya çareseriyê bi PKK'ê re heye. Hêza çareseriyê li gel PKK'ê ye. Bi derketina DAIŞ'ê ji Mûsilê re pirsgirêk çareser nabe. Divê li gorî dîroka Mûsilê çareseriyek bê peydakirin."
'ŞENGAL PARÇEYEK JI OPERASYONA MÛSÛLÊ YE'
Karakoçan bal kişand ser bandora Mûsilê li ser Şengalê û destnîşan kir, ku eger Şengal xwe bike hêz, yekîtiya xwe çêbike, bibe yek deng û bi yek siyasetê tevdigere, dema statuya Mûsilê hat diyarkirin, wê rewşa Şengalê jî diyar bibe.
Karakoçan destnîşan kir, ku di vir de jî rol dikeve ser milê hêzên Şengalê û ev tespît kir: "Di nava çareseriya Mûsilê de Şengal jî heye. Hêzên Şengalê bi pêngava Mûsilê re dikarin hêzên xwe bikin yek û gundên Şengalê yên di destê DAIŞ'ê de ne, rizgar bikin. Divê êdî civaka me ya Êzidî li ser qedera xwe xwedî gotin be. Ev yek wê di dema pêş de destketiyên gelekî mezin bi xwe re bîne."
Endamê Komîteya Rêveber a Akademiyên KCK'ê Raûf Karakoçan da xuyakirin, ku Şengal parçeyek ji Mûsilê ye û got, "Eger hêzên li Şengalê ji bo berjewendiyên civaka Êzidî tevnegerin, wê li beramberî dîrokê bibin sûcdar. Wê li beramberî civaka Êzidî bibin sûcdar."
Karakoçan di pêngava rizgarkirina Mûsilê û gundên Şengalê de bal kişand ser rola Yekîneyên Jinên Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê.
Karakoçan got, "Di pêngava rizgarkirina Mûsilê û gundên Şengalê de rola YJŞ û YBŞ'ê sereke ye. Li derveyî wan, kesekî ku bên wan rizgar bike, wan biparêze nîne. Kesên wan bi rêxistin bike jî nîne. Yên civaka xwe biparêze û birêxistin bike YJŞ, YBŞ û tevgera azadiyê ye. Lazim e xwe bi xwe bi rêxistin bikin."
'DI ÊRÎŞA LI KERKÛKÊ DE DESTÊ DEWLETA TIRK HEYE'
Karakoçan qala êrîşa li ser Kerkûkê û ketina dewleta Tirk li Başûrê Kûrdistanê û Rojavayê Kurdisatnê jî kir. Karakoçan diyar kir, di êrîşa li dijî Kerkûkê de destê dewleta Tirk heye û got, "Helwesta dewleta Tirk a li ser Mûsilê çi be, li ser Kerkûkê jî xwedî heman nêzîkatiyê ye. Ev êrîş jî bi destê wan tê kirin. Provokasyonan, komployan pêk tînin. Van provokasyonan jî dixwazin ji xwe re bikin hincet ku dewleta Tirk dest li herêmê werde. Tirk bi rêbazên gelekî cuda dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe."
'DI POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK DE ÇARESERÎ NÎNE'
Karakoçan destnîşan kir, ku hebûna leşkerên Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo dagirkrinê ye û got, "Dewleta Tirk cihê dikevê, jê dernakeve. Dixwaze her tim li ser wê cografyayê bimîne. Lewma rê li ber xeteriyeke mezin vedike. Dagirkeriya dewleta Tirk a li heremê di dema pêş de dikare rê li ber şerekî pir mezin veke. Di dema pêş de wê bibe nakokî, pirsgirêkek pir mezin. Dewleta Tirk DAIŞ'ê bi kar tîne û li ser navê 'ez ê li dijî DAIŞ ê şer bikim' dikeve mintiqê. Lê pê re şer nake. Berevajî; DAIŞ ji bo dewleta Tirk bûye hincetek ku bi tifaqa wê re dikeve herêmê. Hikûmeta AKP'ê, dewleta faşîst û dagirker bi vî rengî li ser mintiqê polîtîkayên siyasî yên erîşkarî dimeşîne. Ev ji bo gelên Tirkieyyê jî xeteriyeke pir mezin e. Di dema pêş de ev polîtîka wê gelên Tirkiyeyê bêşîne. Di polîtîkayên Tirkiyeyê de çareserî nîne. Polîtîkaya êrîşkarî, dagirkerî û faşîzan e. Lazim e gelê me vê bibîne."