Bi hinceta Rewşa Awarte ev bû cara 49’an ku hevdîtina bi Ocalan re tê redikirin
Serlêdana hevdîtinê ya parêzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehate qebûlkirin.
Serlêdana hevdîtinê ya parêzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehate qebûlkirin.
Parêzerên Ocalan bi mebesta ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, vê sibehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana ku ji hêla parêzerên Buro ya Hiqûqê ya Asirn Îbrahîm Bîlmez, Erman Emekçî û Mazlûm Dînç ve hate kirin, ev bû cara 49’an ku bi hinceta Rewşa Awarte tê astengkirin.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi giştî 553 serlêdanên parêzeran û 112 serlêdanên malbatan ên hevdîtinê hatine redkirin. Ji van 49 jê bi hinceta Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de ku di nav çarçoweya Rewşa Awarte hatibûn derxistin, hate redkirin.