Balûken: Berxwedana bênavber dest pê kiriye
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken: Êdî berxwedanek bênavber dest pê kiriye. Wê bi daxuyaniyekê neqede. Heta ku operasyonên qirkirina siyasî biqedin, em ê li kolanan bin.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken: Êdî berxwedanek bênavber dest pê kiriye. Wê bi daxuyaniyekê neqede. Heta ku operasyonên qirkirina siyasî biqedin, em ê li kolanan bin.
Têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Cîgirê serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist.
Balûken da xuyakirin, ku duh dema Komîsyona Darbeyê li Kişanak guhdarî dikir, Serokê Komîsyonê Reşat Petek bi provokasyonê û bi rengekî gemarî êrîşî Kişanak kiriye û anî ziman, piştî ku Petek li gel polîs û Qesrê îxbar kir, vê operasyonê dest pê kiriye.
Balûken destnîşan kir, êrîşa duh a binçavkirinê li dijî vîna siyasî, rûmet, nasname û hebûna gelê Kurd hatiye kirin û got, "Êrîşên bi sedan salan li dijî nirxên vî gelî tên kirin çi bin, êrîşa duh jî heman tişt e."
Balûken diyar kir, ji bo ev şaşitî rû nede, wan gelek caran bang kirin û got, "Lê belê li pêşberî me feraseteke mêtînger heye. Faşîzma Qesrê ya mêtînger heyte. Li gorî hiqûqa mêtîngeriyê tevdigere. Lê belê gelê Kurd heta roja îro timî xwedî li vîna xwe derketiye. Niha jî dixwazin êrîşên xwe derxînin qonaxeke din. Ne tenê li hundir, hewl didin ji Efrînê heta Mûsilê li her devera Kurd lê dijîn bi rengekî mêtîngerî êrîş bikin. Ev hemû êrîş hatin pûçkirin, planên wan yek bi yek hatin têk birin. Planên mêtîngeriyê çiqasî têk diçe, hîn bêhtir êrîşî HDP'ê û siyaseta demokratîk dikin."
Balûken bal kişand ser têkiliya operasyonên binçavkirinê bi nîqaşên sîstema serokatiyê re û got, "Erdogan dixwaze serokatiyê bi rijandina xwînê pêk bîne. Lê belê hêrseke gelekî mezin li dijî xwe afirandiye. Ev hêrs wê hemû planên darbekariyê ji nav bibe." Balûken destnîşan kir, ku aqûbesta desthilatdarê heyî wê mîna ya Mehmet Agar be.
Îdrîs Balûken diyar kir, ji bo gelê Kurd êdî ti wateya gotinê nema ye û got, "Êdî cih ji gotinê re nema ye. Kêr gihîştiye hestî. Sebra gelê Kurd êdî fûriya ye. Ji îro ve berxwedana bênavber dest pê kiriye. Em ê di her saetê de li kolanan bin. Piştî dayîna daxuyaniyekê em ê neçin malê. Heta ku operasyonên qirkirina siyasî biqede, em ê li kolanan bin. Weke koma HDP'ê em ê parçeyek ji berxwedanê bin."