ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Skenderûnê bi ala Tirkan êşkence li girtiyan tê kirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê, eşkere bû ku hêzên dewleta Tirk bi zorê hewl dane ala Tirkan bi girtiyan bidin maçîkirin. Girtî dibêjin jiyana wan ewle nîne û bang li raya giştî dikin. -
Li girtîgeha Xarpêtê binpêkirinên mafan
Girtiyê bi navê Alî Gerden ê di Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê de girtiye, diyar kir ku hemû mafên tedawiyê û tenduristiyê tê astengkirin û got ‘Qadên hevpar ên menzelan jî bi kamerayê tên şopandin.’ -
Li 11 gundên Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin
Li 11 gundên Bedlîsê ji îro danê sibehê û pê ve derketina derve hate qedexekirin. -
5 kolberên Kurd ji ber êrîşên rejîma Îranê birîndar bûn
Ji ber êrîşên rejîma Îranê yên rojên dawî, 5 kolberên Kurd birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin. -
Dayîka Xanê ya 95 salî cara 3’emîn li Strasboûrgê ye
Çalakiya rûniştinê ya ji bo Ocalan di roja 44’emîn de ye. Dayîka Xanê ya 95 salî a ji Bazarcixê cara 3’emîn hat serdana çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê. -
'Divê girtîgehên zarokan bên girtin'
Parêzer Cansû Demîr destnîşan kir ku ji mercên tenduristiyê heta binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, gelek sedem ji bo girtina girtîgehên zarokan hene. Demîr got, bûyerên destdirêjî û mirina zarokan ji Pozanti heta Şakranê, bûyerên tekane nînin. -
Onder: Welat tev tecrîd kirine
Berdevkê heyeta Îmraliyê Onder got, ji ber ku di wexta xwe de îtiraz li sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê nehat kirin, welat tev hatiye tecrîdkirin û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bide. -
Kalkan: Wê sala 40’emîn bibe sala hevdîtina bi Rêber Apo re
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku sala 40’emîn a PKK’ê wê li ser bingeha azadiyê gavên xurttir werin avêtin û got, “Wê sala 40’emîn bibe sala têkoşîn û azadiyê, bibe sala hevdîtina bi Rêber Apo re.” -
ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Kanûna 2017'an. -
Rojeva Rojê
04'ê Kanun 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Zarrab sîstema şelandina navneteweyî ya bi AKP’ê re kirî vedibêje
Zarrab ê di rûniştina çaran a doza lêpirsîna Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîla de îfade da, îro bê ka çawa pêkanînên li ser Îranê sist û şikandine vegot. -
Sala 40. a PKK'ê li Normandîayê hate pîrozkirin
Sala 40. a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li herêma Normandîa ya Fransayê bi kêf û xweşî hate pîrozkirin. -
Êrîşeke çekdarî li avahiya HDP'ê hate kirin
Êrîşeke çekdarî li avahiya HDP'ê ya navçeya Erdemlî ya Mersînê hate kirin. -
Salek û 15 roj cezayekî din dan Yuksekdagê!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji ber axaftineke di sala 2015’an de ya li Mersinê, doz lê hatibû vekirin û di vê dozê de salek û 15 roj cezayê girtîgehê dan wê. -
Chomsky ji bo akademîsyenên aştiyê peyama piştgiriyê weşand
Doza li 148 Akademîsyenên Aştiyê hatiye vekirin sibe dest pê dike. Zimanzan Noam Chomsky beriya destpêkirina rûniştina dozê peyamek weşand û destek da akademîsyenan. -
Li dijî 19 wekîlên HDP'yî fezleke hatin amadekirin
Der barê 19 parlamenterên HDP'yî de ku li Meclîsê rakirina destnedanê protesto kiribûn, fezleke hatin amadekirin. -
Şehîdên têkoşîna azadiyê li Viyana û Saarbruckenê hatin bîranîn
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Şamê hate pîrozkirin
Li taxa Zorava ya Şamê, Kurdan salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin. -
Li Bakurê Sûriyê qonaxeke nû: Hilbijartin
Gelên Bakurê Sûriyê bi van hilbijartinan ji cihanê re got, ‘Em hêz in, sîstema xwe ava dikin û modela ku em pêşkêş dikin, dikare bibe mifteya çareseriyê li tevahiya Sûriyê.’ Bawer dikin ku ev helwest ji aliyê hemû hêzan ve hat dîtin. -
Li Gallerê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Newport ê Gallerê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. -
ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Kanûna 2017'an. -
27'ê Mijdarê li Freîbûrg, Hambûrg û Toûloûse hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Freîbûrg û Hambûrg ên Elmanyayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê hate pîrozkirin. -
HDK-A Koln kongreya xwe ya 1. li dar xist
Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A) ya Kolnê, 1. kongreya xwe ya asayî bi şiyara "Niha dema HDK'ê ye" li dar xist. -
Qedexekirina şeva ji bo Efrînê li Berlînê hate şermezarkirin
Qedexekirina şeva ji bo piştevaniya Efrînê ya li bajarê Berlînê, ji aliyê Kurdistanî û antîfaşîstên Elman ve bi mîtîngekê hate şermezarkirin. -
'Me dest li dîroka tarî ya gelekî werdidan'
Kaytan: Karê ku dest pê dikir karekî ji rêzê nebû. Dest li dîroka gelekî ku di nava tarîtiyê de winda dibû dihate werdan. Ev wezîfeyeke bi rûmet û dîrokî bû. Berpirsyariya xwe giran bû.